Ciwanên polîs hişyar kirin hatin îşkencekirin
- Rojane
- |
- 22 Nîsan 2026 12:38
- |
WAN - Li navçeya Elbakê, ji ber ku polîs li gorî qeydên trafîkê tevnegeriyan, di navbera wan û ciwanan de nîqaş derket. Di nîqaşê de sê bira hatin binçavkirin û îşkencekirin.
Li navçeya Elbakê ya Wanê, li pêşiya Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê ji ber ku polîs li gorî qeydên trafîkê tevnegeriyan, di navbera wan û ciwanên navçeyê de nîqaş derket. Hat zanîn ku dema birayên hev Fatîh Deger, Îsmaîl Deger û Diyar Deger diçûn ser karê xwe, wesayîteke polîsên sivîl bêyî li gorî qeydên trafîkê tevbigere derket ser rêye. Ciwanan jî bertek nîşan dan. Li gorî îdiayê, piştî bertekê her sê ciwan ji hêla vî polîsê navê wî nehat zanîn ve hatin binçavkirin û birin avahiya emniyetê.
Ciwanên hatin binçavkirin, ji hêla polîsan ve hatin derbkirin. Di derbkirinê de poz û diranên ciwanan hatin şikandin. Her sê ciwan demek piştre hatin berdan û malbatên wan ji bo rapora derbkirinê birin nexweşxsaneyê. Tedawiya her sê birayan a li nexweşxaneyê didome. Hat zanîn ku her sê ciwan dê giliyê polîsê ew derb kirin bikin.