Xizmên Windayan li 5 bajaran daxwaza edaletê kirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û ÎHD’ê di çalakiyên xwe aqûbeta windayan pirsîn û daxwaza edaletê kirin.

 
Xizmên Windayan û Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê çalakiyên xwe yên heftane ên bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kujer werin darizandin" domandin û li aqûbeta Alî Îhsan Dagli, Ahmet Bûlmûş Sebahattin Alî, Nurettin Yedîgol, Aydin Tekay pirsîn.
 
AMED
 
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê di hefteya 896’emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHD’a Amedê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî di nav de gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Alî Îhsan Dagli yê ku 14’ê Nîsana 1995’an de li gundê Eşme yê navçeya Farqînê ya Amedê hate binçavkirin û di binçavan de hate windakirin hate pirsîn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û Alî Îhsan Dagli hatin hilgirtin.
 
Di çalakiyê de ewilî rêveberiyê şaxa ÎHD’ê Yakup Guven axivî û diyar kir ku dê têkildarî vê mijarê doz vekin û got: "Bila dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne. Salek û nîv e li Tirkiyeyê di navbera gelê Kurd û Tirkan de pêvajoyek destpêkiriye. Ev pêvajo ji ber ku pirsgirêka gelê Kurd çareser bike dest pê kir. Di çarçoveya vê pêvajoyê de şer hat sekinandin û çek hatin danîn."
 
 Yakup Guven da zanîn ku PKK’ê xwe fesix kiriye lê dewletê ji bo Kurdan heta niha tu gav neavêtiye û wiha got: "Em li vê derê dîsa bang li dewletê dikin heta ku faîlên van kesên hatine windakirin û kuştin neyên darizandin û cenazeyê wan neyê dîtin û dewlet lêborînê nexwaze ev pirsgirêk çareser nabe. Çiqas çek hatibin danîn û şer çênebe jî kes nikare Kurdan bixapîne û bêje mafên Kurdan hatine dayîn. Heta ku ev daxwazên me neyên bi cih ne bi hefteyan dê bi salan ev berxwedana me berdewam bike."
 
 Pişt re endamê rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê  çîroka Necatî Aydin xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê jî di hefteya 732’yemîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê li aqûbeta Ahmet Bulmuş ê ku di 1’ê Nîsana 1994’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû girtin û windakirin pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD’ê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatibûn windakirin hildan. Metna daxuyaniyê ji aliyê endamê ÎHD’ê Alî Karadogan ve hate xwendin.
 
 Alî Karadogan anî ziman ku Ahmet Bulmuş û malbata wî li Gundê Hebler ê navçeya Cizîrê ya Şirnexê dijiyan û wiha çîroka Ahmet Bulmuş wiha vegot: “Piştî ku gundê wan hate şewitandin, ew neçar man ku koçî navçeyê bikin. Ahmet ê ku li gund dikana wî hebû nekarî li Cizîrê dest bi karekî nû bike û ji ber rewşa xizaniyê neçar ma ku dest bi kare emeletiyê bike. Di Nîsana 1994’an de ew çû cem dikana hevalê xwe Beşîr ê li Mêrdînê, ji bo ku radyoya xwe ya xerabî tamîr bike. Sê kesên çekdar ji otomobîlek Toros a spî daketin û piştî kontrolkirina nasnameya wî jê re gotin; ‘Tu yê bi me re werî.’ Wan Ahmet xistin hundirê otomobîlê û ew birin. Hevalê wî yê tamîrkarê radyoyê bû şahidê bûyerê. Çend roj şûnde Fermandarê Cendermeyan ê Demê Cemal Temîzoz ferman da ku mala Ahmet lêgerîn bikin. Lê di malê de tiştek nehate dîtin. Ji hevjîna wî Fatim re gotin; ‘Me hevjînê te bir ew mêvanê me ye, em ê di sê-çar rojan de berdin. Nîşanî me bide ka te di malê de çi veşartiye.’ Dema Fatimê got, min tiştekî veneşartiye, êrişa fîzîkî li Fatimê kirin. Cenderme û polîsan pişt re dîsa çend caran êrişê malê kirin. Di nava rojê de bombeyek destan avêtin hundirê hewşê û xesar dan malê. Piştî vê yekê, xwediyê malê malbata Bûlmûş ji malê derxist."
 
 Alî Karadogan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Piştî vê bûyerê sê rojan, Fatimê bi daxwaznameyekê serî li rayedarên pêwendîdar da, lê bersivek negirt. Kesekî bi navê A. agahî da malbatê û got; ‘Em bi hev re li cem Ahmet di bin çavan de bûn. Çavên me girtî bûn, lê me bi dengê xwe hevdû nas kir. Ev şahid sê-çar sal şûnda berî ku bikaribe şahidiyê bike ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Di sala 1996’an de cenazeyên 6-7 kesan di bîrekê de li Silopiyayê hatin dîtin. Hevjîna Ahmet, Fatîmê ji cilên saxlem ên li ser cenazeyê serjêkirî yê di hundirê kîs de hevjînê xwe nas kir, lê ew ditirsiya û gilî nekir.”
 
Daxuyanî bi deqeyek rûniştinê bi dawî bû.
 
RIHA
 
 Şaxa ÎHD’a Rihayê bi daxwaza "Winda werin dîtin kujer werin darizandin" çalakiya xwe ya heftane di hefteya 71’emîn de domandin. Çalakî li Novado Park a li navçeya Xelîliyê hat lidarxistin. Xizmên windakiriyan û parastvanên mafên miovan tev li çalakiyê bûn. Çîroka Fahrî İnan rêveberê şaxa ÎHD’ê Enes Mîllî xwend. 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
COLEMÊRG
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiya xwe ya bi daxwaza “Winda werin dîtin, faîl bên darizandin” ku di hefteya 222’yan de ye, li Kolana Hunerê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Xizmên Windayan, parastvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Fahrettîn Şedal yê ku dema li balkona mala xwe bi keça xwe re rûniştibû hatiye kuştin, hate pirsîn. Metna daxuyanî hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz xwend.
 
 Sîbel Çapraz destnîşan kir ku di 24’ê adara 2008’an de Fahrettîn Şedal li şaneşîna mala xwe de li gel keça xwe rûdinişt û li sûka Geverê jî çalakî hebû. Sîbel Çapraz destnîşan kir ku dema çalakiyan de polîsan bêserûber gule reşandin û got: "Di encama gulebarandinê de Şedal birîndar bû. Dema ew dibirin nexweşxaneyê otomobîla ku ew  tê de bû, hate rawestandin. Her çend ew birîndar bû û xwîn jê diçû kontrola nasnameyê wî hate kirin. Li şûna ku bi lez were gihandin ji bo nexweşxaneyê, bi awayekî keyfî hate rawestandin. Piştre, li nav otomobîlê de bi qamçikên çekan hate îşkence kirin. Di dawiyê de, bi rêyên alternatîf ew birin nexweşxaneyê û şandin Nexweşxaneya Zanîngeha Vanê ya Yuzuncu Yilê. Piştî 18 rojan têkoşîna jiyanê, di 10’ê Nîsana 2008’an de jiyana xwe ji dest da."
 
Sîbel Çaprazê ani ziman ku di van bûyeran de, yek kes jî nehat darizandin û wiha got: “Hemû daxwazên ku ji Serdozgeriya Komarê ya Geverê re hatin şandin, hatin red kirin. Dosya bi sedema 'ne hewceyî darizandinêye' hat girtin."
 
Daxuyanî bi çalakiya runiştinê dawî bû.
 
ÎZMÎR
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmirê, çalakiya xwe ya heftane a bi daxwaza "Bila winda werin dîtin, faîl werin darizandin" li ber Sumerbanka Kevin a Konakê li dar dise domand. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Cîhan Aydin û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankartên "Winda wijdan e, xwedî lê derkeve" û "Winda diyar in, faîl li kuderê ne?" hatin vekirin.
 
Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Îzmirê Evrîm Kubîlay, di daxuyaniya pirsîna çarenûsa windayan de çîrokên ên Sebahattin Alî, Nurettin Yedîgol, Aydin Tekay û Alî Îhsan Dagli vegot û bal kişand ser polîtîkaya bêcezakirinê ya dewletê.
 
Rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmirê Evrîm Kubîlay, çîroka nivîskar Sebahattin Ali bi bîr xist û diyar kir ku Ali di 31ê Adara 1948’an de dema dixwest ji sînorê Kırklareliyê derbas bibe hat windakirin û got: “Tevî cenazeyê Sabahattîn Ali di 16’ê Hezîrana 1948’an de li daristanekê hat dîtin jî, radestî malbatê nehat kirin û çarenûsa wî di tariyê de ma.”
 
Evrîm Kubîlay di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser aqûbeta Nurettîn Yedîgol ê ku di 10’ê Nîsana 1981’ê de hatibû binçavkirin. Kubilay destnîşan kir ku Yedîgol di dema binçavkirinê de rûbirûyê îşkenceyên giran maye û got: “Li gorî şahidiya hevalên wî, gava ew di lêpirsînê de dîtine, rût û tazî bûye, nekaribûye biaxive û di nava xwînê de bûye. Piştî vê dîtina dawî, careke din agahî jê nehat girtin. Tevî hemû serlêdanan jî rayedaran îdia kir ku ew nehatiye binçavkirin.”
 
Evrîm Kubîlay her wiha behsa dosyaya Aydin Tekay ê ku di 11ê Nîsana 1994’an de li navçeya Licê ya Amedê hatibû binçavkirin jî kir. Evrîm Kubîlay diyar kir ku dayika wî Hatîce Tekay bi daxwaznameyekê serî li dozgeriyê daye û dozgeriyê jî ev serlêdan qeyd kiriye, lê tevî vê belgeyê jî aqûbeta Aydin Tekay nehat eşkerekirin û got: “Malbatê piştre bihîstiye ku Aydin Tekay di şerekî de jiyana xwe ji dest daye û radestî şaredariyê hatiye kirin, lê ev îdia tu carî bi awayekî fermî nehatin piştrastkirin.”
 
Evrîm Kubîlay herî dawî bal kişand ser dosyaya Alî Îhsan Dagli yê ku di 14ê Nîsana 1995’an de li Amedê birîndar hatibû binçavkirin û windakirin. Kubîlay bi bîr xist ku di 11'ê Îlona 1995'an de di rojnameya Evrenselê de wêneyê Alî Îhsan Dagli yê ku di bin îşkenceyê de hatibû kişandin hat weşandin û wiha axivî: “Tevî ku wêneyên wî yên di binçavan de di rojnameyan de hatin weşandin jî, dewletê binçavkirina wî qebûl nekir. Sala 2007'an Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ceza da Tirkiyeyê, lê hîn jî aqûbeta wî nehatiye diyar kirin.”