AMED - TJA, dê di 18'ê Nîsanê de ji bo Meşa Gemlîkê li Qada Şêx Seîdê kom bibe.
Tevgera Jinên Azad (TJA) dê di 19'ê Nîsanê de bi dirûşmeya "Dema jinan, dema azadî û hevdîtina bi Rêbertiya azad re ye" li Gemlîkê be. Çalakvana TJA'yê Bahar Pekerê bal kişand ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Bahar Pekerê bi bîr xist ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin ketiye meha xwe ya 14'an û got: "14 meh in me dît ku 'mafê hêviyê' yê bi wî ve girêdayî nehatiye bicîhanîn. Dema ku em li vê pêvajoyê dinêrin, şerek li Rojhilata Navînê heye. Sînor ji nû ve tên xêzkirin. Têkoşîna hevpar a gelan di vê pêvajoyê de roleke girîng dilîze. Kurdan gelek gav avêtine. Lê mixabin, tevî ku 14 meh li pey xwe hiştine jî, hîn jî ji hêla dewletê ve gavên berbiçav nehatine avêtin."
GAVA EWIL A DEWLETÊ
Bahar Pekerê diyar kir ku gava yekem a dewletê divê ew be ku "mafê hêviyê" bide Abdullah Ocalan û wiha got: "Mîsogerkirina azadiya fizîkî ya birêz Ocalan tiştekî lezgîn e. Ji ber ku dayîna 'mafê hêviyê' ji bo birêz Ocalan re tê wateya dayîna 'mafê hêviyê' ji bo tevahiya gelê Kurd. 'Mafê hêviyê' tê wateya 'mafê hêviyê' ji bo jin û ciwanan."
Bahar Pekerê her wiha biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Wezîran a Parlamentoya Ewropayê yên der barê "mafê hêviyê" de bi bîr xist.
Bahar Pekerê destnîşan kir ku êrişeke emperyalîst li dijî gelê Kurd heye û got: "Bi rastî, dema ku em li rabirdûyê dinêrin, em dibînin ku piştî ku birêz Ocalan dîl hat girtin û ew anîn Tirkiyeyê, di 29'ê Hezîrana 1999'an de ceza lê hat birîn. Her wiha em dibînin ku li Şêx Seîd û hevalên wî di heman rojê de cezayê darvekirinê hatiye birîn. Ev ne tesaduf e."
Bahar Pekerê diyar kir ku jin ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan her tim li kolanan in û got ku ew di vê çarçoveyê de ber bi Enqereyê ve meşiyane û di 8'ê Adarê û 4'ê Nîsanê de bi vê daxwazê ??li kolanan bûne.
Bahar Pekerê bal kişand ser Meşa Gemlikê û got: "Di 18'ê Nîsanê de, saet di 9:30'yî de, em ê bi hevalên xwe yên jin ên ji bajarên Kurdistanê li Qada Şêx Seîdê bicivin. Di 19'ê Nîsanê de em ê li Gemlîk a Bûrsayê bin. Ji ber vê yekê, em bang li hemû gelê xwe yê li Amedê dikin ku hevalên me yên jin ên dê ber bi Gemlikê ve biçin, bi rê bikin."