Li Îlamê ji malbateke Kurd 6 kes hatin qetilkirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Waliyê Îlamê Tacedîn Salihyan destnîşan kir ku di encama êrişa DYA-Îsraîlê ya li bajarê Eywan yê li ser parêzgeha Îlamê de ji malbateke Kurd 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.

 
Vê sibehê li bajarê Eywan yê ser bi parêzgeha Îlam ya rojhilatê Kurdistanê, di encama êrişeke hewayî ya DYA-Îsraîlê de ji malbateke Kurd 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gor agahiyan Rojnewsê cenazeyên welatiyan yên di bin kavilên xanî de mane hêj nehatine derxistin û xebatên ji bo derxistina cenazeyan berdewam dikin.
 
Têkildarî êrişê Cîgirê Waliyê Îlamê Tacedîn Salihyan daxuyand ku vê sibehê ji ber êrişa DYA-Îsraîlê ya li ser devereke niştecihbûnê ya li bajarê Eywanê 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.
 
Tacedîn Salihyan da zanîn ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de zarokek 6 mehî jî heye û bi bîr xist ku cenaze hêj di bin kavilan de ne.