NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD û malbatên windayan di çalakiya xwe yê vê hefteyê de li aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglû ê di 12'ê Adara 1994'an de li Sêweregê hat revandin pirsin û qurbaniyên Helebceyê bibîranîn.
Xizmên Windayan û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed û Êlihê wek her hefteyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîil bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiyan de li aqûbeta windayan hate pirsîn û qurbaniyên Komkujiya Helebceyê hatin bibîranîn.
AMED
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 892'yemîn a çalakiya xwe ya “Bila Winda bên dîtin, kujer bên darizandin” de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezanê ya Amedê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên Windayan, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên DFGê, saziyên sivîl ên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Xizmên Windayan wêneyên kesên ku hatine windakirin û di binçavkirinê de hatine kuştin hilgirtin.
Malbatên Windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 892yemîn de aqûbeta nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû yê di 12ê Adara 1994an de piştî ku li navçeya Sêwregê hate revandin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin pirsîn. Di daxuyaniyê de ewilî Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHDa Amedê Firat Akdenîz axivî. Firat Akdenîz bal kişand ser têkoşîna Malbatên Windakiriyan û parazvanên mafên mirovan a nêzî 31 salan û qala windakirina Nazim Babaoglû kir.
Dû re Rêveberê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rojnameger Fexredîn Kiliç axivî. Fexredîn Kiliç bal kişand ser windakirina Nazim Babaoglû û wiha got: “Ji 12'ê Adara 1994'an ve agahiyek ji hevalê me nehatiye wergirtin. Dayîka Makbûle bêyî ku hestiyên kurê xwe bibîne goreke kurê xwe çêbike bi hesreta kurê xwe ji vê dinyayê koç kir. Em jî weke hevalên wî yên rojnameger em ê her tim li ser rêya wî ya heqîqetê bin. Ji ber ku hevalê me dixwest wan salên tarî heqîqetê ragihîne hate windakirin. Em jî weke hevalên wî yên rojnameger em ê rêya wî ya heqîqetê her tim bişopînin. Em ê pênûsa wî, kameraya wî li erdê nehêlin. Em ê şopdarên têkoşîna wî ya edaletê jî bin. Ji ber ku mixabin faîlên wî nehatin darizandin û doza wî bi hinceta demboriyê hate xistin. Heta ku faîlên hevalê me bên darizandin em ê li pey doza wî bin.”
Pişt re endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHDa Amedê Berfîn Elçî çîroka Nazim Babaoglû xwend. Dû re çalaki bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê û Malbatên Windayan di hefteya 728'emîn de çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD'ê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavkirinê de hatine windakirin û kuştin hilgirtin. ÎHD'ê û Malbatên Windayan vê hefteyê qala Komkujiya Helebceyê kirin û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn. Dû re rêveberê Şaxa ÎHD a Êlihê Huseyîn Elçî metnê ku qala Komkujiya Helebceyê dikir xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÎZMÎR
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê, çalakiya xwe ya du hefteyan carekê li dar dixe, berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nebe, nebe şirîkê vî sûc!” hate vekirin. Metna daxuyaniyê endama Desteya Rêveber a ÎHDê Hatîce Erdogan xwend.
Hatîce Erdogan di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îbrahîm Tekîn, diyar kir ku Îbrahîm Tekîn di sala 1995'an de hatiye binçavkirin, 30 rojan di bin îşkenceyên giran de maye, ji ber wan îşkenceyan, ji ber îşkenceyê tenduristiya wî zirareke mezin dîtiye û wiha got: “Îbrahim Tekîn heta niha di girtîgehên Antalya, Burdur, Buca, Nazîllî, Sêrt û Şakranê de maye. Li gorî agahiyên malbatê parve kiriye, ji ber îşkenceyê di testîsên wî de zirareke mezin çêbûye. Her wiha di girtîgehê de emeliyata fitika zikî derbas kiriye.”
Hatîce Erdogan derbarê nexweşî û zehmetiyên jiyanî yên Îbrahîm Tekîn de axivî û ev tişt gotin: “Ji ber nexweşiya apneya xewê, divê beriya xewê û dema xewê amûra oksîjenê pê re were girêdan. Ji ber astima giran amûreke mezin bi kar tîne ku dengê wê yê bilind wî û derdora wî nerehet dike. Pirsgirêkên prostat, lewaziya gurçik û kezebê, tengasiya dil û her wiha pirsgirêkên dîtinê pê re hene. Ji ber pirsgirêkên diranan nikare xwarinê bixwe û avê vexwe.”
Hatîce Erdogan anî ziman ku metirsiya jiyanî ya Îbrahîm Tekîn ê di girtîgehê de tê ragirtin heye.
Hatice Erdogan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir tevî Îbrahîm Tekîn di Gulana 2025'an de cezayê xwe yê girtîgehê temam kiriye jî nehatiye berdan. Hatîce Erdogan da zanîn ku Îbrahîm Tekîn ji ber “poşmantiyê nepejirandiye” nayê berdan û berdana wî 11 mehan hatiye taloqkirin û got: “Divê Îbrahîm Tekînê ku cezayê xwe xelas kiriye û nexweşiyên wî yên giran hene, demildest bê berdan da ku karibe were dermankirin. Parastina mafê jiyanê yê girtiyên nexweş di berpirsiyariya dewletê de ye. Heta ku mafê jiyanê û dermankirinê neyê misogerkirin, em ê daxwazên xwe bînin ziman. Bila girtiyê nexweş Îbrahîm Tekîn bê berdan! Ji girtiyên nexweş re azadî!”
Çalakî bi çepik û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.