Li Îranê hejmara windahiyan ên sivîl zêde dibe

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA'yê di rapora xwe de daneyên êrişên DYA-Îsraîlê yên li hemberî Îranê ragihand. Li gor raporê 194 jê zarok hezar û 172 sivîlan jiyana xwe ji dest daye. 

 
Êrişên DYA-Îsraîlê yên li ser Îranê, di roja 8'an de didomin. Human Rights Activists News Agency (HRANA), daneyên êrişên roja 7'an parve kirin. Li gor rapora HRANA'yê, ji roja êriş dest pê kirine heya niha li 28 parêzgehan 136 bûyer qewimîne û di van bûyeran de herî kêm 664 êriş pêk hatine. 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku di 24 saetên dawî de 4 sivîl hatine qetilkirin û 9 sivîl jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku ji 28'ê Sibatê heya niha 194 jê zarok hezar û 172 sivîl hatine qetilkirin. Her wiha hat diyarkirin ku 176 leşkerên rejîmê jî hatine kuştin.