AMED - Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç, li ser êrişên li Îranê axivî û got ku yekane rêya xelasiya ji rewşa şer a li Rojhilata Navînê paradîgmaya Abdullah Ocalan e.
Êrişên ku di 28'ê Sibatê de ji aliyê DYA û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatin destpêkirin berdewam dikin. Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç, der barê şerê li Rojhilata Navînê de nirxandin kir û diyar kir ku di vê pêvajoyê de yekîtiya Kurdan û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng in.
Kamaç destnîşan kir ku hêzên emperyalîst şerê sêyemîn ê cîhanê dane destpêkirin û got: "Şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de bandorê li qadeke fireh dike. Ji ber ku emperyalîst nekarîn tiştê ku dixwestin bi dest bixin, şerekî din dan destpêkirin. Gelê Kurd di demên dîrokî re derbas dibe; her kes dizane ku gelê Kurd di Şerê Cîhanê yê Yekem de perçe perçe bû. Ew di navbera çar dewletan de hat dabeşkirin. Ji wê rojê heta îro, komkujî û êrişên bi armanca tunekirinê berdewam kirine. Tevî vê yekê, Kurdan sedsalek li ber xwe dane û hebûna xwe parastine. Di vê qonaxê de, Kurd di dîplomasiyê de, ango li ser maseya danûstandinan, bûne kirde."
‘DIVÊ YEKÎTÎ ÇÊBIBE'
Kamaç diyar kir ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî berxwedana gelê Kurd hatine û got: "Êrişên li ser Rojava, Rojhilat, êrişên li ser Kurd û Kurdistanê ne. Ev yek ji bo Bakur û Başûr jî derbas dibe. Gelê Kurd ji vê yekê haydar e. Me dît ku gelê Kurd çawa dema ku yekîtî bi dest xist, êrişên li ser Rojavayê têk bir. Di van demên girîng de, yekîtiya gelê Kurd ji bo mayîndebûnê û bidestxistina statuya Kurd pir girîng e. Li ser vê bingehê, divê Kurd di van şerên ku li Rojhilata Navînê diqewimin de yekîtiya xwe xurt bikin. Ji niha û pê ve, gelê Kurd aktorê sereke ye."
Kama destnîşan kir ku çareseriya şerê li Rojhilata Navînê di paradîgmaya Abdullah Ocalan de ye û got: "Wekhevî û azadî stûnên herî girîng ên vê paradîgmayê ne. Ev bi rêya hiqûqê tên bidestxistin. Hiqûq wê demê çêdibe ku hemû alî hev du nas bikin û rêzê li hev bigirin, jiyana xwe bi ziman, bawerî û îdeolojiyên xwe bidomînin û têkiliyên xwe li ser bingeha van cudahîyan bimeşînin. Bi salan e şer û pevçûnên li Rojhilata Navînê çareser nebûne. Berevajî vê, ew xirabtir bûne û gelên Rojhilata Navînê bedelên giran dane. Ji ber vê yekê, paradîgmaya ku birêz Ocalan pêş xistiye ji bo hemû bawerî û mafan girîng e. Ji bo bidawîkirina şeran, divê jiyaneke aram û aştiyane were avakirin. Daxwaz û paradîgmaya birêz Ocalan bi jiyaneke wisa re têkildar e."
Kamaç diyar kir ku rewşa şer a berdewam li Rojhilata Navînê nîşanek e ku divê dewlet di pêvajoya aştiyê de gavên lezgîn bavêje û got: "Pêvajoya li Tirkiyeyê heta niha ji hêla birêz Öcalan ve hatiye rêvebirin û li ser wê tevgeriyaye. PKK, bi avêtina gavên dîrokî yên wekî biryara fesixkirinê, vekişînê û şewitandina çekan, daxwaz kiriye ku rewş ji rewşa şer were veguheztin rewşa hiqûq û demokrasiyê. Birêz Ocalan di veguherîna rewşa şer a berdewam li Rojhilata Navînê bo aştiyê de aktoreke girîng e. Ew niha di girtîgehê de ye, di bin dorpêçê de ye. Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan hem ji bo pirsgirêka Kurd û hem jî ji bo çareserkirina rewşa şer a li Rojhilata Navîn girîng e."
Kamaç daxwaz kir ku ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a berdewam azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan were misoger kirin û got: "Divê şert û merc werin baştirkirin da ku birêz Ocalan bikaribe têkiliyên saxlem bi gel, aktorên siyasî û aktorên navneteweyî re deyne."
MA / Fethî Balaman