Serşêwirmendê Xameneyî hat kuştin
- Rojane
- |
- 6 Adar 2026 22:43
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên hewayî yên Îsraîlê de serşêwirmendê Xameneyî hat kuştin.
Îsraîl û DYA, êrişên xwe yên hewayî yên li dijî Îranê û hedefgirtina rayedarên payebilind ên Îranê didomîne. Hat ragihandin ku şêwirmendekî payebilind ê Alî Xameneyî hatiye kuştin. Têkildarî mijarê, Kanala 12 ya Îsraîlê bal kişand ser kuştina Esxer Mîrhicaz ku wekî kesekî nêzîkî Xameneyî dihat naskirin. Esxer Mîhrac di nav hiyerarşiya Îranê de wekî “merivê herî nêzikî” Xamaneyî û berpirsê ewlehiyê yê ofîsa wî tê dîtin.