Êrişî partiyên Rojhilatê tê kirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji danê nîvro ve bi dijwarî êrişî partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê tê kirin. 
 
Kampa Azadî ya li Koyê bi ser Hewlêrê ve û Partiya Demokratîk ya Kurdistana Îranê tê de ye 3 caran bi dronan hedef hat girtin. Ji ber êrişê kesek bi sivikî birîndar bû. Her wiha Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ya dikeve sînorê Hewlêrê bi dronan hat bombekirin. Heta niha têkildarî ziyanên canî tu agahî nehatiye wergirtin.