Kesên nêzî Pezeşkiyan hatin binçavkirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek “reformîstên” nêzî Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan hatin binçavkirin. 
 
Li Îranê li dijî kesên “reformîst” ên nêzî Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan pêleke mezin a binçavkirinê hate destpêkirin. Hat zanîn ku Sekretera Giştî ya Partiya îslamî ya Gel a Îranê û ji lîderên Eniya Reformîstan Azar Mansurî jî hatiye binçavkirin. 
 
Eniya Reformîstan ji 27 tevgerên cuda pêk tê û di serkeftina hilbijartinê ya Pezezkşiyan de bandoreke mezin kir. Azar Mansurî, beriya niha mirinên çalakvanan weke “karesateke ku nema dikare rewa were nîşandan” nirxandibû. Her wiha berpirsyarê komîteya siyasî ya Eniya Reformîstan Ebrahîm Asgarzadeh û cîgirê wezîrê karê derve yê serdema Hatemî ya berê Mohsen Aminzadeh jî hatiye binçavkirin. Polîsan ji bo îfadeyê bang li gelek reformîstan kir. 
 
7 SAL CEZAYÊ HEFSÊ DAN NÊRGIZ MIHEMEDΠ
 
Dozgeriya Tehranê, kesên hatine binçavkirin bi îdiaya “hevkariya bi DYA û Îsraîlê re” û “hewl dan çalakiyên terorê rewa nîşan bidin” sûcdar kir. Serokê Meqama Darazê Gulam Huseyîn Mohsenî Ejeî, rexneyên navxweyî weke “cihgirtina di eniya rejîma siyonîst û Amerîkayê de” nirxand. Operasyon, piştî nameya hevpar a 17 aktîvîstan ku daxwaza referandûmeke azad û şefaf berfirehtir bû. hin parastvanên mafan ên name îmze kirin hatin binçavkirin. 
 
Li hêla din, tevî pirsgirêkên tenduristiyê dijî jî li xelatgira Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî 7 sal cezayê hefsê hate birîn. 
 
Serokkomar Pezeşkiyan ragihand ku dê li dijî protestoyan lêpirsînê bide destpêkirin lê tê gotin ku dê Muhafizên Şoreşê nekevin ber çarçoveya lêpirsînê. Pezeşkiyan, li dijî girtina kesên nêzî xwe bêdeng e.