ENQERE - Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, têkildarî “komkujiya jêrzemînên Cizîrê” ku weke “jêrzemînên wehşetê” tên pênasekirin, pêşnûmeya lêkolînnkirinê da Meclisê û xwest komkujî bê ronîkirin.
Walîtiya Şirnexê, di 14’ê Kanûna sala 2015’an de li navçeya Cizîrê qedexeya derketina kolanan ragihand û qedexe 79 rojan domiya. Di dema qedexeyê de sivîlên di jêrzemînan de hatibûn qetilkirin. Wekîla DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, ji bo lêkolînkirina komkujiya li jêrzemînan hatiye kirin, pêşnûmeya lêkolînkirinê da Serokatiya Meclisê.
Di pêşnûmepirsê de hate gotin ku di dema qedexeyê de çekên giran, tank, top, hewan hatin bikaranîn; qadên jiyanê yên sivîlan yekser hedef hatin girtin, bi hezaran avahî û kargeh hatin hilweşandin, şewitandin û bi deh hezaran kes ji neçarî koçber bûn. Hat gotin ku di dema pêvajoya qedexeyê de rojane 3-4 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji 22’yê Çileya 2016’an ve jî bûyerên mirinê di jêrzemînan de qewimî ne.
DAXWAZA MUDAXILEYA LEZGÎN GELEK CARAN HATE KIRIN
Di berdewamê de hate destnîşankirin ku li navnîşana Hejmar: 23 ya li Kolana Bostanci ya Taxa Cûdî ku weke “Jêrzemîna Wehşetê ya 1’emîn” tê pênasekirin de 31 sivîl asê mane, navnîşanên wan bi rêya wekîlan ji rayedaran re hatine şandin û gelek caran ji bo birîndarên rewşa wan giran mudaxileya tibbî ya lezgîn hatiye kirin. Hat gotin ku tevî biryara tevdîrê ya DMME’yê ji bo Cîhan Karaman dabû jî nehatiye tehliyekirin û ji ber xwîna wî zêde çû jiyana xwe ji dest da.
AGAHÎ DI RAPORÊN MAFÊN MIROVAN Û ÇAPEMENIYÊ DE HENE
Bi domdarî hate destnîşankirin ku Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç, tev li weşana zindî ya Med Nûçe TV’yê bûye, rewşa sivîlên di jêrzemînê de vegotiye, navnîşan aşkera kiriye û piştre êrişeke giran li ser jêrzemînê hatiye kirin, destûr nehatiye dayin ambulans derbasî wir bibin, li hinek ambulansan gule hatine barandin, korîdora tehliyeyê nehatiye vekirin û ev agahî di raporên mafên mirovan de jî cih girtiye.
JÊRZEMÎNÊN WEHŞETÊ
Di pêşnûmepirsê de hate diyarkirin ku di 7’ê Sibata 2016’an de li “Duyemîn Jêrzemîna wehşetê” (Kolana Narînê, Hejmar: 6) dengekî mezin ê teqînê çêbûye, avahî bi temamî hilweşiyaye, kavil bi lez û bez hatine rakirin û tenê hîmê avahiyê maye. Ji bo “Sêyemîn jêrzemîna wehşetê” (Kolana Akdenîzê) jî hate gotin ku nêzî 45 sivîl li wir asê mabûn, Hevseroka HDP’ê ya Mîlasê ya berê Derya Koç tev li weşana zindî ya ÎMC TV’yê bûye û rewş bi raya giştî re parve kiriye lêbelê tu gaveke bibandor nehatiye avêtin. Hat gotin ku piştî vê dîrokê, mirin li hinek navnîşanên diyar zêde bûne, sivîl di jêrzemînan de asê mane û rewşa wan roj bi roj ji raya giştî re hatiye parvekirin.
BI GIŞTÎ 177 CENAZE JI WIR HATIN DERXISTIN
Hate gotin ku bi giştî 177 cenaze hatine derxistin, ji wan 41 zarok û 22 jin bûn; gelek cenaze ji ber bombebaran û şewatê parçe bûne. Bi domdarî hate diyarknirin ku piştî rakirina dorpêçê tavilê kavil hatine rakirin, qadên birîsk hatine ragihandin, bêyî nasname bên tespîtkirin cenaze hatin definkirin, lêkolînên serbixwe hatin astengkirin û ev jî weke hewldana tunekirina delîlan hate nirxandin.
DAXWAZA LÊPIRSÎNEKE BIBANDOR
Di berdewamê de hate daxuyandin ku tevî bi ser re deh sal derbas bûne jî heta niha lêpirsîneke bibandor, serbixwe û berfireh nehatiye kirin, rastiya madî dernexistine holê û pêşiya darizandina faîl û siyasiyên berpirsyariya wan tê de heye nehatiye vekirin. Hat gotin ku ev rewş jî nîşan dide ku binpêkirinên giran, bi polîtîkayên necezakirinê tên parastin.
XWEST PÊŞIYA PÊVAJOYÊN DARAZÎ BÊ VEKIRIN
Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, xwest Meclis di çarçoveya xala 98’an a Destûra Bingehîn û xalên 104 û 105’emîn ên rêziknameyê de lêpirsînê bide destpêkirin. Xwest ku di serî de mirinên komî yên di navbera 22’yê Çileyê-7’ê Sibata 2016’an de, hemû mirin û binpêkirinên hatine kirin bên lêkolînkirin, berpirsyar bên tespîtkirin û pêşiya pêvajoyên darazê bê vekirin.
Tê payin ku Meclis vê pêşnûmeyê bigire rojeva xwe.