Sara Ebrahîmî ku Muhafizên Şoreşê îşkence lê kiribû jiyana xwe ji dest da
- Rojane
- |
- 9 Sibat 2026 11:39
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Sara Ebrahîmî ku ji hêla Muhafizên Şoreşê ve hatibû lînckirin, jiyana xwe ji dest da.
Nasnameyên kesên di protestoyên li Îran û rojhilatê Kurdistanê de ji hêla hêzên rejîmê ve hatin qetilkirin, tên aşkerakirin. Di dîmenên 8’ê Çileyê de hatin kişandin lê ji ber nebûna înternetê di 23’yê Çileyê de ji hêla çapemeniyê ve hatin parvekirin de jina bi navê Sara Ebrahîmî ji hêla Muhafizên Şoreşê ve tê lînckirin. Hat ragihandin ku Sara Ebrahîmî jiyana xwe ji dest da. Di dîmenan de tê dîtin ku dema Sara Ebrahîmî li erdê, endamên Artêşa Muhafizên Şoreşê pêhna lê didin, îşkenceyê lê dikin û bi amûrên tûj li serê wê dixin. Hat ragihandin ku Sara Ebrahîmî ji ber van birînan di 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Sara Ebrahîmî birine 4 nexweşxaneyan lê tu yek ji wan tedawîkirina wê qebûl nekiriye û li nexweşxaneya 5’an hatiye tedawîkirin û li wir jiyana xwe ji dest daye.
Rojnameger-nivîskar Paksîma Mojmozî ragihand ku Sara Ebrahîmî jiyana xwe ji dest daye. Paksîma Mojmozî, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ragihand ku Sara Ebrahîmî hatiye qetilkirin. Di parvekirinê de wiha hate gotin: “Endamên Muhafizên Şoreşê, Sara Ebrahîmî birin cihekî bidar û kamera nabînin, li vir bi amûrên tûj li serê wê xistin. Sara Ebrahîmî, ji ber van birînan jiyana xwe ji dest da.”