Li Wanê ji ber berfê rêyên 141 gundan hatin girtin
- Rojane
- |
- 9 Sibat 2026 10:40
- |
WAN - Li Wanê ji ber berfa zêde bariyayî rêyên 141 gundan hatin girtin. Li bajar niha mijeke zêde heye û ajokar zehmetiyê dikêşin.
Li navenda Wanê ku şevê din baran dibariya, ji saetên serê sibehê ve berf dibare. Ji ber berfê, rêyên 141 gundan hatin girtin û bajar niha di bin mijê de ye. Ji ber mijê, welatî herî zêde 10 metreyan pêşiya xwe dibînin û ev jî dike ku ajokar zehmetiyê bikêşin. Li navçeya Bêgirî ya Wanê, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayî, ji bo rojekê navber dan perwerdeyê. Li bajar hêj berf dibare.