Hevberdevka HDK’ê: ‘Mafê hêviyê' ne lutif e, mafekî gerdûnî ye
MÊRSÎN - Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş got: “Divê birêz Ocalan azad bibe. Li gorî min di rewşa heyî de rast nîne ku ji bilî azadiyê li ser tu rêbazeke din were axaftin. Ev, li dijî ruhê pêvajoyê ye.”
Hevberdevka Kongeya Demokratîk a Gelan (HDK) û endama Komîsyona Meclisê Meral Daniş Beştaş, têkildarî “mafê hêviyê” axivî. Meral Daniş Beştaşê got ku divê ev maf demildest bê bicihanîn û got: “Ev maf ne lutifek e, mafekî gerdûnî ye.”
Di berdewama axaftina xwe de Meral Daniş Beştaşê da zanîn ku ji ber rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mijara “mafê hêviyê” li Tirkiyeyê weke rojeveke taybet tê nîqaşkirin û ev tişt anî ziman: “Ev ne lutifek e, ev maf e. Di daxuyaniyên tên kirin de dibêjin ‘bila mafê hêviyê bibe qanûn lê nayê wateya azadiyê.’ Anku dibêjin em vî mafî nas bikin lê bila li wir bisekine. Wê demê çi wateya wê dimîne? Divê qebûlkirina vî mafî rêya azadiyê veke.”
'DIVÊ BIRYARÊN DMME’YÊ YEKSER BÊN BICIHANÎN’
Meral Daniş Beştaşê bi bîr xist ku Tirkiyeyê biryara “mafê hêviyê” ya DMME’yê bicih ne aniye û got: “Xala 90’an a Destûra Bingehîn dibêje ku peymanên navneteweyî ser hiqûqa navxweyî re ne. Lewma divê ev biryar tavilê bê bicihanîn. Divê biryarên DMME’yê tavilê bên bicihanîn. Heke bixwazin, dikarin di yek rojê de vê mijarê bînin Meclisê.”
'DIVÊ BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE’
Bi domdarî Meral Daniş Beştaşê got ku di pirsgirêka Kurd de Abdullah Ocalan aktorê sereke ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şert û mercên li Îmraliyê ji bo xebateke azad û jiyanê guncav nînin. Birêz Ocalan, mifteya pêşketina aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Birêz Ocalan, muxatabê esasî yê vê pêvajoyê û aktorekî siyasî ye. Nîqaşa li ser rêbazekî ji bilî azadiyê, li dijî ruhê pêvajoyê ye. Di rojên dawî de rojnameger dibêjin ku dixwazin pê re hevdîtinê bikin. Divê birêz Ocalan azad bibe.”
DAXWAZA GAVÊN ŞÊNBER KIR
Meral Daniş Beştaşê daxuyand ku pêvajoya heyî tenê bi daxuyaniyan nabe, divê gavên şênber bên avêtin, bingeheke hiqûqî were avakirin û heta niha tu guhertineke yasayî nehatiye kirin. Bi domdarî got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê verastkirinên zagonî yên şênber bên kirin. Gel li benda bicihanîna mafê hêviyê, azadiya birêz Ocalan û berdana girtiyên siyasî ye. Dema gavên şênber nehatin avêtin, baweriya gel jî tune dibe. Lewma divê tavilê verastkirinên zagonî bikevin meriyetê.”