Şandeyeke Rojava dê biçe Şamê

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku şandeyeke ji rojavayê Kurdistanê ji bo hevdîtinan dê biçe Şamê. 

 
Di 29’ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Şamê de peyman hate îmzekirin û di 30’ê Çileyê de jî bi raya giştî re hate parvekirin. Piştî peymanê, hewldanên siyasî jî zêde dibin.  Li gel danûstendinên ji bo cîbicîkirina peymanê, li hêla din jî partiyên Kurd di nava hewldanan de ne.
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê, çavkaniyên ji partiyên Rojava dan zanîn ku şandeya Kurdî ya ku di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de (26’ê Nîsana 2025’an li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin) hatibû diyarkirin, dê biçe Şamê.
 
Ji bo çûna şandeyê dîrokeke zelal nehatiye diyarkirin lê hat gotin ku wê di demeke nêz de biçe. Çavkaniyan destnîşan kirin ku wê li Şamê bi hikûmeta demkî re li ser parastina mafan, mîsogerkirina wan a di destûra bingehîn de, demokratîkbûna Suriyeyê û azadiyan hevdîtin werin kirin.