Gelên Mêrdînê bang kir: Em Rojava ne û ji bo pêkvejiyanê têdikoşin

Parve bike:

MÊRDÎN - Gelên Midyadê diyar kir ku gelên Rojava pêkvejiyanek ava kirine û ew ê vê biparêzin û got: “Rojava em in û em ji Rêbertiya xwe bawerin.” 

 
Duh li navçeya Midyadê ya Mêrdînê, ji gel û baweriyên cuda gelek kes daket kolanan û êriş û dorpêça li ser rojavayê Kurdistanê bi meşekê şermezar kir. 
 
Kurd, Ereb û Suryanên li navçeyê dijîn, têkildarî êriş, gef û dorpêça li ser Rojava ji ajansa me re axivîn. 
 
Welatiyên Suryan gotin ew dixwazin peyama xwe bi zimanê xwe bidin û anîn ziman ku Suryan jî mîna Kurdan li Rojava têdikoşin û daxwaza mafên xwe dikin. Bi domdarî welatiyên Suryan diyar kir ku bi DEM Partiyê re tevdigerin û salên dirêj e ji bo mafên xwe têdikoşin. Welatiyên Suryan got: “Suryanên li Sûriyeyê jî ji bo ji mafên xwe bêpar nemînin têdikoşin. Bi sala ye di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ji bo parastina hebûna xwe têdikoşin. Em ê her tim bi Kurdan re bin û piştgiriyê bidin têkoşîna wan û vê têkoşînê mezin bikin. Em ji bo pêkvejiyana gelên Kurd, Ereb û Suryanan têdikoşin. Em ê her tim piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Divê her kes piştgiriyê bide têkoşînê.” 
 
‘ROJAVA EM IN’
 
Welatiyekî Ereb jî got ku Rojava Mêrdîn e û ev tişt anî ziman: “Tişta em jê re dibêjin Rojava, em in. Li Rojava êşên giran hatin jiyîn. Em ê xwedî li Rojava derkevin. Bêguman di nav gel de yên xemsar jî hene lê em wan hişyar dikin. Banga me ji bo her kesî ew e ku xwedî li Rojava derkevin. Divê em tevek bi Rojava re bibin yek.” 
 
‘EM JI RÊBERTIYA XWE BAWERIN’
 
Welatiyên Kurd jî gotin ku dê têkoşîna wan a ji bo serkeftina Rojava bidome û got: “Em ê nehêlin pergala li Rojava tune bikin. Êdî wijdana mirov tehemûlê gelek tiştan nake.” Welatiyan bi domdarî îşaret bi pêvajoya li Tirkiyeyê kirin û xwestin Bahçelî sozên xwe bicih bîne û gavên pratîkî biavêjin. Welatiyan, destnîşan kir ku Kurd dixwazin bi gelên din re bi aştiyane bijîn û daxwaza berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Welatiyan, got: “Heke dewlet bi rastî jî jidil be, divê gavan biavêje. Êdî Kurd bi gotinan naxapin. Kurd, gavên pratîkî dixwazin. Dewlet niha di rewşekî zehmet de ye lewma bi Kurdan re hevdîtinan dike. Divê mafên me bide û mafê hêviyên bicih bîne. Nabe ku hem behsa pêvajoya aştiyê bikin hem jî tu gavekî neavêjin. Em ji Rêbertiya xwe bawerin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal