'Talîban li ser jin û zarokan polîtîkaya apartheidê ferz dike'

Parve bike:

STENBOL - Aktivîsta EŞÎK'ê Zeynep Duygu Agbayirê diyar kir ku sepanên sîstematîk ên Talîbanê yên li dijî jin û zarokan rejîmekî apartheidê ye û got: "Her tawîza ji wekhevî û sekulerîzmê bê dayîn, ewil jin û paşê her kes jê bandor dibin."

Talibanê ji sala 2021’ê ve bi navê "rêzikên Îslamî" jinan ji hemû qadên jiyanê dûr xist. Li gorî daneyên UNESCO’yê, 2,2 mîlyon zarokên keç ji perwerdeyê bêpar mane. Talibanê hefteya borî daxuyand ku qedexeya perwerdeyê ya ji bo keçan êdî "daîmî" ye.
 
 
Aktîvîsta Flatforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) Zeynep Duygu Agbayirê diyar kir ku qedexeyên Talibanê yên li dijî jinan sîstematîk in û wiha got: "Em bi rejîmekî yekpare re rû bi rû ne ku tê de jin bi awayekî sîstematîk ji jiyana cemariyê tên derxistin. Ev yek jî tê wê wateyê ku jin ne wekî hemwelatiyên wekhev, lê wekî komekê ku dê bê kontrolkirin û sînorkirin tên dîtin."
 
'PRATÎKA APARTHEIDA ZAYENDÎ'
 
Zeynep Duygu Agbayirê diyar kir jinan li gorî zayendê ji jiyana cemaweriyê vediqetînin û ev pratîka "apartheida zayendî" ye û wiha pê de çû: "Ev pergala ku Talîban ava kiriye, wesayeta mêr bi rêya hiqûq û tundiyê dik sazûmanî. Her ku jin ji qada cemaweriyê tên astengkirin, ev rewş ne tenê jiyana jinan, lêbelê hemû civakê dike îtaatkar."
 
'DIVÊ MUEYÎDE BÊN SEPANDIN'
 
Zeynep Duygu Agbayirê rexne li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) girt û diyar kir ku tenê daxuyaniyên "em bi fikar in" têrê nakin û got: "Divê mueyîde bên sepandin. Daxuyaniyên şermezarkirinê têr nakin, hiqûqa navneteweyî tenê wekî gotin dimîne û jiyana jinan naguherîne."
 
'DESTHILATA LI SER MAFÊN JINAN'
 
Zeynep Duygu Agbayirê bal kişand ser têkiliyên dîplomatîk ên Tirkiyeyê bi Talîbanê re û anî ku ev yek tê wateya piştgiriya binpêkirinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Tirkiyeyê jî derketina ji Peymana Stenbolê û destwerdana li Qanûna Medenî parçeyekî vê deshilatê ne. Deshilat her ku kûr dibe, kontrola li ser laşê jinê û hebûna wê ya li qada cemaweriyê zêdetir dibe."
 
'EV NE ÇAND E, SIYASET E'
 
Zeynep Duygu Agbayirê nerazîbûn nîşanî gotina "ev meseleya navxweyî ye" an "ev çanda Efxanan e" da û got: "Qedexekirina perwerde û xebatê ne çand e, ev siyaseta herî aşkera û avakirina rejîmekî totalîter e. Binpêkirina mafên jinan meseleya navxweyî nîne, pirsgirêkekî navneteweyî ye. Ev durûtiya aktorên navnetweyî ye ku vê gotinê normalîze dikin."
 
'EM NE RAZÎ NE'
 
Zeynep Duygu Agbayirê destnîşan kir ku jinên li Efxanistanê li ber xwe didin ne bi tenê ne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Jinên Efxan ne bi tenê ne. Em wek EŞÎK bang li civaka navneteweyî dikin: Normalbûna têkiliyan bi Talîbanê re qebûl nekin. Em ji vê ne razî ne. Divê ev polîtîka wekî 'sûcên li dijî mirovahiyê', 'gender apartheid' bên naskirin. Ji bîr nekin; tawîza ji sekulerîzmê zerarê dide her kesî. Em bang dikin ku divê her helwestekî siyasî û dîplomatîk ku vê rejîmê rewa dike, bên terikandin."