RIHA - Mehmet Reşît Ocalan ê 83 salî ku 51 sal in pismamê xwe Abdullah Ocalan neditiye, xwest ku biryara binpêkirinê ya "mafê hêviyê" bê sepandin û got: "Abdullah ji bo xwe tiştek nekiriye. Her tim ji bo gelê xwe xebitiye. Niha derfet hebe ez ê bi bezê herim hevdîtina wî."
Rexmê ku li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 12 sal derbas bûn jî, hêj tu gav nehatine avêtin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê heta Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê, herwiha Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî xwest ku "mafê hêviyê" bê sepandin. Bangekî ji bo sepandina "mafê hêviyê" jî ji endamên malbata Abdullah Ocalan hat.
Alî Ocalan, xwarziyê Abdullah Ocalan ê ku di 31’ê Cotmehê de di çarçoveya hevdîtina malbatê de bi wî re hevdîtin kiribû, diyar kir ku wekî malbat ew dixwazin tavilê verastkirinên qanûnî yên der barê "mafê hêviyê" de bikevin meriyetê. Alî Ocalan, daxuyaniyên Bahçelî bi bîr xist û ev tişt got: "Rêzdar Bahçelî salekî berê jî der barê mafê hêviyê de daxuyanî dabû. Me qîmet da wê daxuyaniyê. Lê mixabin di asta destûra bingehîn û hiqûqî de bersivekî wê nehat. Di van demên dawî de dîsa rêzdar Bahçeli got ku divê hêviya Serok Ocalan bê sepandin. Ev gotin bi nirx in."
'MAFÊ HÊVIYÊ DÊ PÊVAJOYÊ PÊŞ VE BIBE'
Alî Ocalan diyar kir ku di asta navneteweyî û di zemîna hiqûqî de ev yek pêkan e û wiha pê de çû: "Em wekî ferdên malbatê dixwazin ku tavilê azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan bê misogerkirin. Em piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Em daxwazin ku hem mafê hêviyê bê mîsogerkirin hem jî ziman û çanda Kurdan bibe xwedî temînata destûra bingehîn. Sepandina mafê hêviyê dê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî pêş ve bibe."
'DIVÊ DEWLET GAVÊN QANÛNÎ BIAVÊJE'
Alî Ocalan bal kişand ser bandorên sepandina mafê hêviyê û wiha axivî: "Heke bixwazin ev pêvajo pêş ve biçe, heke dixwazin modela pêkvejiyanê ya gelê Kurd û Tirk bikeve meriyetê, berî her tiştî divê azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan bê misogerkirin. Biryarên ku komîsyona li Meclisê hatiye avakirin li vir bide girîng in. Ji bo civaka Tirkiye û Kurdistanê, ji bo Kurdan girîng in. Di vê dema dawî de tê gotin ku dê di rapora komîsyonê de cih bigire. Ev tiştekî baş e. Jixwe heya ku mafê hêviyê nebe, serkeftina pêvajoyê hinekî zehmet xuya dike. Jixwe muxatebê sereke yê pêvajoyê rêzdar Ocalan e. Min du caran bi wî re hevdîtin kir, ew jî ji ber dayika min çû, ez wekî refaqatçî pê re çûm. Ez wekî ferdekî malbatê dixwazim bi mafê xwe bi serok re hevdîtinê bikim. Rêxistinê çek danî, bi awayekî sembolîk çek şewitandin, gavên cuda avêtin. Em dixwazin ku dewlet jî ji bo temînatên demokratîk gavan bavêje."
HERÎ DAWÎ DI SALA 75'AN DE DÎTIBÛ
Mehmet Reşît Ocalan ê 83 salî ku pismamê Abdullah Ocalan e, anî ziman ku wî herî dawî di sala 1975'an de ew ditiye û berê di gund de her tim bi hev re dem derbas dikirin. Mehmet Reşît Ocalan bîranînekî xwe ya bi Abdullah Ocalan re wiha vegot: "Çekekî min hebû. Min ji Abdullah re got; 'were em kevirekî deynin wir û nîşan bigirin.' Wî jî got 'temam'. Me kevirek danî, min nîşan girt û lê xist. Paşê min çek da Abdullah. Wî nîşan girt lê nekarî lê bixe û got: 'Ev ne karê min e'. Abdullah hingê di dora 10 saliya xwe de bû, ez jî 20 salî bûm. Abdullah pir pratîk, jêhatî, jêhatî, xurt û zîrek bû."
'DERFET HEBIN EZ Ê BI BEZÊ HERIM'
Mehmet Reşît Ocalan anî ziman ku tiştên Abdullah Ocalan kirine ji bo gelê wî ne û wiha got: "Mirovan xwe ji bo wî feda kir. Abdullah ji bo xwe tiştek nekiriye. Her tim ji bo gelê xwe kir. Niha derfet hebe ez ê bi bezê herim dîtina wî. Ez pir dixwazim, lê dewlet destûrê nade. Heke ev pêvajo pêş ve biçe, her kes dibe wekhev, aştî çêdibe. Ma ji aştiyê çêtir tiştek heye?"
'DIVÊ EM TÊBIKOŞIN'
Mehmet Reşît Ocalan daxuyaniyên Bahçeli bi bîr xist û diyar kir ku ew daxwaza cîbicîkirina "mafê hêviyê" dikin û pê de çû: "Bila heya dawiyê ji mafê hêviyê sûd werbigire. Banga me ev e. Ji sala 2011’an û vir ve DMME’yê biryar daye. Mafê hêviyê ne tenê meseleya Serok e, meseleya bi hezaran girtiyan e. Divê mafê hêviyê bê bicîanîn. Divê Kurd bi vê motîvasyonê berxwedana xwe bidomînin."
'EM DIXWAZIN WEKHEV BIN'
Mehmet Reşît Ocalan anî ziman ku heke derfet hebin dema Abdullah Ocalan bibîne dê hemêz bike û destnîşan kir ku birayekî wî jî di sirgûnê de ye û divê pêvajo pêş ve biçe da ku ev veger pêk werin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Zêdetirî 20 salan e min birayê xwe nediye. Mîna birayê min bi hezaran mirov hene. Divê ew jî vegerin. Hûn dixwazin gav bên avêtin. Bahçeli sal û nîvek berê ev daxuyanî da, niha dîsa heman tiştî dibêje. Lê ew hevkarê desthilatê ye, divê bike. Me li vir berê bi Ermenan re, niha jî bi Tirkmenan re bêyî pirsgirêk dijîn. Em dixwazin aştî pêk were. Ez Kurd im lê bi Tirkî diaxivim, bi Erebî jî dizanim. Lê divê em bi zimanê xwe yê dayikê, bi Kurmancî biaxivin. Divê bi zimanê Kurdî perwerde bê dayîn. Lê li Tirkiyeyê hîn qedexe ye. Di Meclisê de Dayikeke Aşitiyê bi Kurdî axivî, mîkrofona wê girtin, qedexe kirin. Ev çi biratî ye? Madem dibêjin bira ne, divê em wekhev bin."
MA / Dîren Yurtsever - Mehmet Aslan