Akademîsyen Coşkun: Hişmendiya Kurdewariyê Kurdan bi hev ve girê dide

Parve bike:

AMED - Akademîsyen Vahap Coşkun bal kişand ser yekitiya di navbera Kurdan a ku bi geşedanên Rojava re diyar bûye û destnîşan kir ku ev rewş nîşana hebûna hişmendiya Kurdewarî ye ku Kurdan bi hev ve girê dide.

Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiye yên li ser Rojavayê, Kurdên li 4 parçeyên Kurdistanê û yên li dîasporayê ji bo heman bertekan gîhand hev. Vê yekê yekitiya neteweyî ya Kurd a ku bi salan e tê xwestin lê partiyan pêk neanîbû, dîsa xiste rojevê. Akademîsyen Vahap Coşkun diyar kir ku di êrişên li ser Rojavayê de cemaeriyekî Kurdan a ku sînorên neteweyî derbas dike heye û destnîşan kir ku li her derê cîhanê dema êrişek li ser Kurdan hebe û mafên wan bikeve bin metirsiyê, Kurd bi helwestekî zelal li ber xwe didin.
 
Coşkun ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û bi bîr xist ku bi êrişên li ser Sûriyeyê re Kurd li bajarên wekî Êlih û Amedê, herwiha li Dihok, Zaxo, Hewlêr û Ewropayê meşiyan û ev tişt got: "Ji ber vê yekê divê em qebûl bikin ku hestiyariyekî Kurd a cidî pêk hatiye û ev gihiştiye astekî derveyî sînoran."
 
Coşkun diyar kir ku bandora vê di qada siyasî de jî tê dîtin û destnîşan kir ku siyasetmedarên Kurd ên li Tirkiyeyê li dijî êrişan helwestekî zelal nîşan dane. Herwiha Coşkun anî ziman ku hemû aktorên Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê jî di mijara Sûriyeyê de helwestekî pir hestiyar nîşan dane û wiha pê de çû: "Ji bo aktorên Kurd ên li Sûriyeyê ku di qada dîplomatîk û qada cemaweriyê de cih bigirin, rolekî hêsankar lîstin. Mînak, Mazlûm Abdî di civînekî ewlehiyê ya li Dihokê de karî perspektîfa xwe bi awayekî zelal aşkera bike. Dîsa Mesûd Barzanî bi aktorên li Sûriyeyê re bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê re hevdîtin kir. Ji ber vê diyardeyekî Kurd heye. Ango rewşek heye ku li ser hestiyariya dibe Kurdayetiyê yek. Divê siyaset ji niha û pê ve piştgiriya vê bike. Helbet dibe ku raman, dîtin û bernameyên cuda yên partiyên siyasî hebin, ev tiştekî xwezayî ye. Lê pêdivî bi xebatên hevpar heye ku vê yekitiyê xurt bikin. Ez bawer dikim ku di pêşerojêv de lidarxistina kongre û sempozyuman û lêkolînên li ser vê mijarê, dê bibe yek ji rojevên herî girîng."
 
'XURTKIRINA YEKITIYÊ DÊ DERIYÊ DESTKEFTIYAN VEKE'
 
Coşkun diyar kir ku derketina hestiyariyekî wiha ya yekitiyê li Sûriyeyê, di hevdîtinên bi hikûmeta Şamê re destê Kurdên Sûriyeyê xurt dike û got: "Helwesta Herêma Federe ya Kurdistanê 'em binpêkirinekî li dijî Kurdên Sûriyeyê wekî binpêkirina li dijî xwe dibînin, ji bo parastina birayên xwe em ê her tiştî bikin' ne tenê piştgiriya moralê ye, di heman demê de di muzakereyên siyasî de destê mirov xurt dike. Ji ber vê yekê, bikaranîna zimanekî ku vê yekitiyê xurt bike û nîşandana bertekekî demokratîk a hevpar, dema mafê Kurdekî bikeve metirsiyê, dê ji bo Kurdên li her derê di warê siyasî û hiqûqî de deriyê destkeftiyan veke."
 
'YA GIRÎNG HEBÛNA HESTIYARIYEKÎ HEVPAR A KURD E'
 
Coşkun rave kir daxwazên Kurdan li her derê ji hev cuda dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mînak dema hûn li Kurdên Iraqê dinêrin, daxwaza wan a bidestxistina bêtir desthilatiyê li hemberî hikûmeta navendî heye. Li Kurdên Tirkiyeyê dinêrin, li aliyekî daxwaza pêkanîna pêvajoya çareseriyê û bêçekkirinê heye, li aliyê din jî daxwazên naskirina hemwelatiya wekhev, xurtkirina desthilatiyê ji bo rêveberiyên xwecihî û naskirina mafên çandî hene. Li Sûriyeyê jî heya niha muzakere li ser Peymana 10’ê Adarê dihatin kirin, niha jî li ser Peymana 30’ê Çileyê muzakere hene. Daxwazên Kurdan li gorî hawirdora sosyolojîk û konjonktura siyasî ya her welatî ji hev vediqetin. Ya girîng ew e ku li ser van daxwazan hestiyariyekî hevpar a Kurd hebe û ev bê ziman."
 
Coşkun axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hişmendiyekî Kurdewarî û cemawerî ya Kurdan heye ku Kurdan li her derê bi hev ve girê dide. Ji ber vê yekê ez nafikirim ku dê yekitiyê paşve biçe yan jî ber bi xirabiyê ve biçe. Ez di wê baweriyê de me ku bi zêdebûna hevkariyên siyasî û bi xebatên saziyên civakî yên sivîl ên Kurd ên li welatên cuda, ev hestiyariya yekitiyê dê hîn xurtir bibe. Di vê mijarê de rewşa îro ji ya berê çêtir e."
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel - Fethî Balaman
 
 
Nûçeyên Têkildar
Ji bo Salih Muslim merasîm hat lidarxistin: Em soza xwedîderketina li têkoşîna wî didin
Ji bo Salih Muslim merasîm hat lidarxistin: Em soza xwedîderketina li têkoşîna wî didin

Ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li bajarê Qamişloyê merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de soz domandina têkoşîna Muslim hate dayin.

Avahiya Ronahî TV’yê bi temamî şewitî
Avahiya Ronahî TV’yê bi temamî şewitî

Li navenda Ronahî TV’yê ya li Qamişloyê şewat derket û avahî bi temamî şewitî.

HTŞ gundên Kobanê talan dike
HTŞ gundên Kobanê talan dike

Dîmenên talana komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya malên gundiyên Kobanê hate weşandin.

Mehmûd Xelîl: Xelkê Efrînê gihişt zeytûnên xwe
Mehmûd Xelîl: Xelkê Efrînê gihişt zeytûnên xwe

Fermandare Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl, anî ziman ku welatiyên Efrînê piştî bi salan gihiştine baxçeyên xwe yên zeytûnan.

Piştî 8 salan gihiştin cih û warê xwe
Piştî 8 salan gihiştin cih û warê xwe

Welatiyên Efrînê yên bi darê zorê ji cih û warê xwe hatibûn koçberkirin, piştî 8 salan vegeriyan ser xaka xwe.