AMED - Parêzer Cabbar Leygara diyar kir ku divê "mafê hêviyê" rasterast di rapora Komîsyona Meclisê de cih bigire û got: "Ev yek ne tenê ji bo şexsê Ocalan, ji bo mayîndebûn û aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê jî pêwîst e."
Li ser biryara binpêkirinê ya ku di sala 2014’an de ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve der barê "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatibû dayîn, 12 sal derbas bûn. Lêbelê Tirkiyeyê heta niha ji bo bicîanîna mafê heviyê an verastkirina qanûnî tu amadekarî nekiriye. Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz anîbû ziman ku di rapora ku Komîsyona Meclisê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade dike de, dê pêşniyara vererastkirina "mafê hêviyê" cih bigire. Endamê Meclisa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) parêzer Cabbar Leygara destnîşan kir ku divê "mafê hêviyê" rasterast di raporê de cih bigire.
Leygara anî ziman ku dema Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê qanûnên taybet hatin derxistin û hiqûq nehat sepandin. Leygara bi bîr xist ku li gorî Qanûna Înfazê ya sala 1999'an, kesên cezayê muebeda giran lê hatine birîn 36 salan di girtîgehê de dimînin û piştî sala 25'emîn dibin xwediyê mafê tehliyeyê û wiha axivî: "Sala 25’emîn di 15’ê Sibata 2024’an de bi dawî bû. Heke îro hiqûq bihata sepandin û ji bo her kesê wekhev ba, dê Ocalan di Sibata 2024’an de tehliye biba. Lê li Tirkiyeyê hiqûq li gorî kesan diguhere. Ji bo ku mafê Ocalan asteng bikin, di sala 2004'an de qanûnekî taybet derxistin. Ev hiqûqî ye. Di Destûra Bingehîn de dibêje, 'her kes li pêşberî qanûnê wekhev e.' Lê li hember Ocalan wekhev û hiqûqî tevnegeriyan."
'DI RÊBERTIYA OCALAN DE TU GUHERTIN ÇÊNEBÛ'
Leygara diyar kir ku ferqa Abdullah Ocalan ew e ku rêberekî neteweyî ye û ji bo vê dixwazin wî bi awayekî fîzîkî û dûrxistina ji civaka Kurd wî tune bikin û wiha pê de çû: "Lê di pêvajoya îro de hevsengiyên cîhan û herêmê guherîn. Êdî divê Kurd bibin xwedî statû û xwedî mafên diyar. Tevî ku 27 sal in li giravê tê ragirtin û ji bo prestîja wî li cem gel kêm bikin teknîkên şerê taybet bi kar anîn jî, di pozîsyon, rêbertî û rola dîrokî ya Ocalan de tu guhertin çênebû. Ocalan bi vê zanabûnê 27 sal in tenduristî, hiş û zanîna xwe diparêze. Mîna fîlozofekî xwe pêş dixe û ramanên nû pêşkêş dike. Ji ber vê yekê hinceta neheqiya li dijî mafê hêviyê siyasî ye, armanc bêrêber hiştina gelê Kurd e."
'MAFÊ HÊVIYÊ JI BO AŞTIYA NAVXWEYÎ PÊWÎST E'
Leygara destnîşan kir ku divê "mafê hêviyê" tavilê bikeve meriyetê û Ocalan karibe bi her kesî re têkeve têkiliyê. Leygara anî ziman ku divê mafê hêviyê rasterast di rapora Komîsyona Meclisê de cih bigire û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ev mafê Ocalan di sala 2004'an de bi qanûnekî taybet asteng kirin. Dema Komîsyon bêje 'mafê hêviyê bisepînin', dê xala qanûnî ya ku di navbera salên 2001 û 2004'an de mafê hêviyê asteng dike, rabe û dê di çarçoveya hukmê Qanûna Înfazê were nirxandin. Dema ew qanûn rabe, Ocalan tehliye dibe. Ji ber vê yekê divê di raporê de wekî nêrîn teqez cih bigire. Ji bo Ocalan derkeve derve, betalkirina wê qanûnê têrê dike. Piştî ku mafê hêviyê ji bo rêzdar Ocalan hat nasîn, divê Meclis astengiyên li pêşiya azadiya îfadeyê jî rake da ku ramanên Ocalan wekî xwe bên nîqaşkirin. Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan bê misogerkirin. Ji bo ramanên Ocalan li Tirkiye, Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê bi azadî bên gotin, divê zemin bên afirandin. Qanûnên li dijî vê divê bên guhertin. Ev ne tenê ji bo şexsê Ocalan e, ji bo Tirkiyeyê, ji bo mayîndebûn û aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê jî pêwîst e."
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel