Kurê Besra Erol a ku tehliyeya wê tê astengkirin: Bila ev bêhiqûqî bi dawî be

Parve bike:

MÛŞ - Aram Erol, kurê Besra Erol a ku tehliyeya wê du caran ji bo 6 mehan hatibû astengkirin û carekê jî bi hinceta cezayê disiplînê hatibû astengkirin, got: “Hiqûqekî wiha li tu derê tune ye. Em hêvî dikin ku vê carê were berdan û ev bêhiqûqî tavilê bi dawî bibe.”

Tehliyeya Besra Erol ku kurê wê Evrîm Denîz Erol di Komkujiya Pirsûsê de hatibû qetilkirin, ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê (ÎGK) ve cara 4’emîn hat astengkirin. Besra Erol, 66 salî ye û di 30’ê Nîsana 2019’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Bi hinceta axaftinên li ser gora kurê xwe, 7 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
 
Besra Erol, niha li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin û yek ji girtiyên nexweş e. Hewcebû di 9’ê Kanûna 2024’an bihata teyliyekirin lê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê bi hinceta “cezayê disiplînê” bêyî ku parastina wê bigire, tehliyeya wê ji bo salekê taloq kir. Piştî îtiraza li dijî biryara lijneyê, biryara taloqkirinê piştî mehekê hat betalkirin. Lêbelê Lijneyê bi biryarekî nû, tehliyeya Besra Erol ji bo 6 mehan taloq kir. Piştî temambûna 6 mehan, Besra Erol dîsa derket pêşberî Lijneyê û tehliyeya wê carekî din ji bo 6 mehan hate taloqkirin. Ev dem di 6’ê Çileyê de bi dawî bû lê vê carê jî bi hinceta “cezayê disiplînê” nehiştin ku derkeve pêşberî Lijneyê. Besra Erol a ku ji ber cezayên disiplînê yên bêdawî tehliyeya wê tê astengkirin, tê payîn ku di 14’ê Sibatê de derkeve pêşberî Lijneyê.
 
JI BER AXAFTINA LI SER GORA KURÊ XWE HATE GIRTIN
 
Kurê Besra Erolê Aram Erol, bertek nîşanî biryarên keyfî yên îdareya girtîgehê û Lijneya Îdarî û Çavdêriyê da û diyar kir ku ev zêdetirî salekê ye hem dayika wî û hem jî wek malbat bi tundiyê re rû bi rû ne. Aram Erol bibîr xist ku dayika wî ji ber axaftina li ser gora birayê wî Evrîm Denîz Erol hîn jî di girtîgehê de ye û wiha axivî: “Em 4 xwişk û birayên xwe û bi dayika xwe re 5 kes ketin girtîgehê. Girtina me têra wan nekir ku dayika me jî girtin. Dayikek a dilbiêş ku zarokê xwe winda kiriye, ji ber axaftina li ser gora zarokê xwe ceza xwar û hîn jî di girtîgehê de ye. Ev di hiqûqa tu derê de tune ye.”
 
Erol anî ziman ku di pêvajoya girtina dayika wî de heqaret lê hatine kirin û bi gotina “Tu zarokên terorîst mezin dikî, em ê vê ji te re nehêlin” hatiye birin. Erol diyar kir ku astengkirina tehliyeyê jî perçeyekî vê kîna wan e.
 
BI HINCETA 'TE ÇIMA LAMBE VEMIRAND' CEZAYÊ DISIPLÎNÊ DANÊ!
 
Erol anî ziman ku ji ber ferzkirina “poşmaniyê” dayika wî di girtîgehê de tê ragirtin û wiha pê de çû: “Ji ber ku dayika min vê helwesta bêrûmet qebûl nake, hîn jî li girtîgehê ye.”
 
Erol destnîşan kir ku dayika wî ji ber temenê xwe yê mezin û nexweşiyên giran di şert û mercên girtîgehê de rojên dijwar derbas dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji hincetên ku tehliyeya dayika min asteng dike ev e; ‘Çima hûn lambeyê xwe vedimirînin’. Bi vê hincetê, beriya ku dayika min derkeve pêşberî Lijneyê cezayê disiplînê didinê." 
 
Erol diyar kir ku ew li benda tehliyeya dayika xwe ne û anî ziman ku ew qebûl nakin ku tevî vê pêvajoyê jî ev sepanên keyfî didomin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em di 14'ê Sibatê de, li benda tehliyeya dayika min in. Em dixwazin ev bêhiqûqî tavilê bi dawî bibe.”
 
MA / Ceylan Şahînlî