ROJEVA 9'Ê SIBATA 2026'AN
- Rojane
- |
- 9 Sibat 2026 09:00
- |
* Aram Erol, kurê Besra Erol a ku tehliyeya wê du caran ji bo 6 mehan hatibû astengkirin û carekê jî bi hinceta cezayê disiplînê hatibû astengkirin, got: “Hiqûqekî wiha li tu derê tune ye. Em hêvî dikin ku vê carê were berdan û ev bêhiqûqî tavilê bi dawî bibe.”
* Parêzer Cabbar Leygara diyar kir ku divê "mafê hêviyê" rasterast di rapora Komîsyona Meclisê de cih bigire û got: "Ev yek ne tenê ji bo şexsê Ocalan, ji bo mayîndebûn û aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê jî pêwîst e."
* Mehmet Reşît Ocalan ê 83 salî ku 51 sal in pismamê xwe Abdullah Ocalan neditiye, xwest ku biryara binpêkirinê ya "mafê hêviyê" bê sepandin û got: "Abdullah ji bo xwe tiştek nekiriye. Her tim ji bo gelê xwe xebitiye. Niha derfet hebe ez ê bi bezê herim hevdîtina wî."
* Akademîsyen Vahap Coşkun bal kişand ser yekitiya di navbera Kurdan a ku bi geşedanên Rojava re diyar bûye û destnîşan kir ku ev rewş nîşana hebûna hişmendiya Kurdewarî ye ku Kurdan bi hev ve girê dide.
* Aktivîsta EŞÎK'ê Zeynep Duygu Agbayirê diyar kir ku sepanên sîstematîk ên Talîbanê yên li dijî jin û zarokan rejîmekî apartheidê ye û got: "Her tawîza ji wekhevî û sekulerîzmê bê dayîn, ewil jin û paşê her kes jê bandor dibin."
* Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê, dê li dijî gefên ser Rojava û dorpêça li ser Kobanê li Agiriyê daxuyaniyê bide. (13.00)