Welatiyên Sêrtê ji bo Rojava meşiyan
- Rojane
- |
- 8 Sibat 2026 19:08
- |
SÊRT - Platforma Saziyên Demokratîk, li Bajarokê Cuwanikayê ya Sêrtê, li dijî êrişan ji bo piştgiriya Rojava li dar xist.
Platforma Saziyên Demokratîk a Sêrtê, li Bajarokê Cuwanikayê ya Sêrtê, ji bo piştgiriya Rojava meşek li dar xist. Di meşa ku gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî beşdar bûn de, pankarta "Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e; nayê teslîmgirtin / Xwedîderketina Rojava, xwedîderketina mirovahiyê ye" hat hilgirtin. Girseya ji Kolana Aydinlar bi stranên berxwedanê û dirûşmên "Rojava, Rojhilat e, Kurdistan yek welat e", "Yek e, yek e, yek e, gelê Kurd yek e", "Kurdistan goristan ji bo faşîstan", "Bijî berxwedana gelê Kurd" û "Bijî berxwedana Rojava" ber bi Qada Cuwanikayê meşiya.
Girseya ku bi çepik û tîlîliyan gihîşt qadê, li vir daxuyaniyek da. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, bang kir ku her kes xwedî li Rojava derkeve.