Şandeyeke Asayîşa Kobanê çû Helebê

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke ji Hêzên Asayîşa Kobanê, ji bo hevdîtinan çû Helebê. 

 
Şandeyek ji Hêzên Asayîşa Kobanê beriya çend kêliyan gihaşt Helebê. Şande ji Hevseroka Hêzên Asayîşa Kobanê Arîn Kobanê û hejmarek endamên Hêzên Asayîşê pêk tê, li avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê, ji aliyê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Helebê Mihemed Ebdulxenî ve hat pêşwazîkirin.