Rojnamegera di êrişa dewleta Tirk de birîndar bû: Bi guleyên rast yekser hedef girtin
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Nûjan Mela Hasan, diyar kir ku dema di 20’ê Çileyê de protestoyên ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê dişopand, leşkerên Tirk guleyên rast li rojnameger û sivîlan barand û di encama du guleyan de birîndar bûye. Rojnamegerê xwest lêpirsîneke serbixwe-navneteweyî bê destpêkirin.
Rojnameger Nûjan Mela Hasan ku li rojavayê Kurdistanê di Ajansa Nûçeyan a Nûdemê de dixebite, da zanîn ku dema di 20’ê Çileyê de li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê çalakî dişopand, rastî êrişa leşkerên dewleta Tirk hatine.
Nûjan Mela Hasan, tiştên li ser sînor qewimîn wiha vegot: “Di 20’ê Çileya 2026’an de ji bo şopandina çalakiyên protestoyî yên li dijî êrişên Tirkiyeyê yên ser bajar û navçeyên Rojava, em çûn ser xeta sînor a Qamişloyê. Armanca me ew bû ku bûyeran belge bikin û rastiyê vebêjin.
BI GULEYÊN RAST ÊRIŞ KIRIN
Ji bo belgekirina xwepêşandanan û helwesta muhafizê sînor ên Tirk, ber bi eniyên pêşve çûm. Ji ewil bi ava şid û bombeyên gazê êrişî xwepêşandar û rojnamegeran kirin. Piştre jî guleyên rast li rojnameger û çalakvanan barandin. Îdiaya ku dibêjin leşkerê tirk gule li hewa reşandin rast nîne. Berevajî vê, bi taybet jî rojnamegerên di eniyên pêş de yekser hedef hatin girtin. Dema min bi kameraya xwe binpêkirinên leşkerên Tirk dikişand, yekser gule li min reşandin. Guleya ewil li zikê min ket û ji ber êşa giran ketim erdê. Piştre jî guleyek li piyê min dan.
Dema sivîlekî hewl dida alîkariya min bike, leşkerên Tirk gule reşandin. Ev rewş, binpêkirineke aşkera û giran a hiqûqa mirovparêz a navneteweyî ye ku hedefgirtina birîndaran û kesên alîkariya tenduristiyê dikin qedexe dike. Di dema bûyerê de 4 kesên li cem me birîndar bûn. Piştî birîndariyê, hin ciwanan em ji wir dûrxistin û birin xaçerêyekê. Li vê derê kesekî û kurê xwe mudaxileya ewil kir û piştre sewqî nexweşxaneyê hatim kirin. Ji ber ku li wir ser hişê xwe çûm, nizanim piştre çi qewimî. Tişta qewimî ne bûyereke bi xeletî bû. Êrişeke giran a yekser li dijî xebatên rojnamegeriyê ye ku bi zanebûn sivîlên bêçek û rojnameger bi guleyên rast hedef hatine girtin. Binpêkirineke giran a mafên mirovan e.
DAXWAZA LÊPIRSÎNÊ
Ez vê şahidiya xwe bi raya giştî re parve dikim; bang li hemû meqamên ji ewlehiya rojnameger û kedkarên çapemeniyê berpirsyar in dikim ku lêpirsîneke serbixwe û navneteweyî were vekirin, berpirsyar hesabê bidin û rojnameger û sivîl di çarçoveya hiqûq û peymanên navneteweyî de bên parastin.”