Bayindir: Plana li ser Rojava bi têkoşîn û berxwedanê vala hat derxistin

Parve bike:

BEDLÎS - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di meşa li Norşînê de axivî û got: “Planên li ser Rojava, bi berxwedana gelê me û polîtîkayên birêz Adullah Ocalan vala hatin derxistin.” Bayindir, banga vekirina Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê kir.  

Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê, bi daxwaza cîbicîkirina “mafê hêviyê” û li dijî êriş û dorpêça ser rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir meş hat lidarxistin. Pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk a Bedlîsê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka demokratîk, parlamenter û gelek welatî ji bo meşê li Parka Roboskê ya li navenda navçeyê kom bûn. Girse, ji vir heta pêşiya avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) meş li dar xist. 
 
Di meşê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” û dovîzên “Jin, jiyan, azadî” û “Rojava sonda me ye” hatin hilgirtin. Girseya ku bi hewldanên astengkirinê yên polîsan rû bi rû man, ji parkê heta Rawestgeha Bedlîsê meşiya. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kir. 
 
‘BERXWEDAN BI SER KET’
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di daxuyaniyê de axivî û got ku gelê Kurd bi roja ye ji bo Rojava li ber xwe dide. Bayindir, anî ziman ku gelê Kurd li Rojava li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê ji bo statu, ziman û çanda xwe têdikoşe û wiha axivî: “Gelê Kurd li her derê li dijî lîstikên qirêjî yên li dijî xwe li ber xwe da. Xwestin bi destê dewletên hegemon li dijî statu û hebûna me êrişeke mezin pêk bînin. Lêbelê belê ev plan bi berxwedana gelê Kurd û polîtîkayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vala hate derxistin. Di encama têkoşîna gelê Kurd û birêz Ocalan de maseya muzakereyê hate avakirin. Lêbelê tevî peymanê jî li Rojava her tişt hêj bi dawî nebûye.” 
 
Di berdewamê de Bayindir bi bîr xist ku TIR’ên alîkariyê yên ji bo Kobanê bi roja ye li ber Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê tên sekinandin û got: “Îro peymanek heye lê li ser Rojava û Kobanê dorpêçek heye. Ev ne tenê ji hêla Sûriyeyê ve lê ji hêla Tirkiyeyê ve jî tê domandin. Kurdan 45 TIR’ên alîkariyê kom kir û xwestin bişînin Kobanê. Lê nahêlin derbas bibin. Ev, siyasetekî dûrî mirovahiyê ye. Dibêjin ‘em dijminatiyê li Kurdan nakin.’ Lêbelê ji ber dorpêçê li Kobanê zarok, kal û pîr bi mirinê rû bi rû ne. Madem hûn mafên Kurdan diparêzin, wê demê Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê vekin.” 
 
'HÛN DÊ NEKARIN SERÎ BI ME BIDIN TEWANDIN’
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Bayindir ev tişt anî ziman: “Heta zarokên 7 salî jî wan û zîhniyeta wan nas dikin. Ev dijminatiya xwe bi polîtîkayên xwe jî nîşan dan. Qaşo vê li ser navê Îslamiyetê dikin. Norşîn, cihekî îslamî û kurdistanî ye. Ji bo qirkirina Kurdan fetwa dan û bang kirin. Em li vir bangî alimê Îslamê dikin; li dijî vê dengê xwe bilind bikin. Heke gotin di cih de be dixwazin gelê Kobanê tune bikin. Dixwazin polîtîkayên qirkirinê, zextê yên li ser me bidomînin. Em dixwazin gelê Kurd bê naskirin, nasnameya me bê naskirin, di qanûnan de cih bigirin û zimanê me bê naskirin. Ji ber vê sedemê jî divê dewlet di înîsiyatîfa birêz Ocalan de berpirsyartiyê li xwe bigire û jidil nêz bibe. Jidil nêzî meseleyê bibin.”