Seyît Aslan: Tu welat ji ber ku kesek bi zimanê dayika xwe diaxive parçe nabe

Parve bike:
MÊRSÎN - Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan, got: “Tu welat ji ber ku kesek bi zimanê dayika xwe axivî parçe nabe. Tu welat ji ber daxwaza demokrasiyê û edaletê dabeş nabe.” 
 
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan, ji bo nîqaşkirina pêvajoya siyasî, bi xebatkarên çapemeniyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û welatiyan re li Mêrsînê tev li xwarina taştê bû. Aslan, di xwarina taştê de axivî û got ku li welat daxwaza ji bo aştî, edalet û demokrasiyê zêde dibe lê tu hêzên serdest bi dilxwazî aştî, edalet, azadî û demokrasiyê nadin gel. 
 
Bi domdarî Aslan anî ziman ku ew bi zîhniyeteke ku çareseriya pirsgirêka Kurd ji “Tirkiyeya bêteror” re dihêlin re rû bi rû ne û got: “Li dijî daxwaza wekhevî û azadiyê ya gelê Kurd, ev gotin hêj berdewam in. Hêj jî dema mijar dibe zimanê dayikê dibêjin ‘Ev meseleya zimanê dayikê dê Tirkiyeyê dabeş bike.’ Tu welat ji ber ku kesek bi zimanê dayikê diaxive parçe nabe, ji ber ku daxwaza azadî edaletê dike dabeş nabe. Di rewşa heyî polîtîkayên aborî, siyasî, zext û tundiyê ketine nav hev. Lê em dikarin bi hev re têbikoşin. Anku divê em li dora daxwazên hevpar bi hev re têbikoşin. Li dijî xizaniyê, ji bo maf, edalet û azadiyê, ji bo pêşîlêgirtina tundiya ser jinê em dikarin bi hev re têbikoşin.” 
 
Piştî axaftina Seyît Aslan, çalakî bi nîqaşên cuda bi dawî bû.