Nasnameyên 222 Kurdên ji hêla Îranê ve hatin qetilkirin hatin piştrastkirin
- Rojane
- |
- 8 Sibat 2026 12:55
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku nasnameyên 222 Kurdên ji hêla rejîma Îranê ve hatin qetilkirin hatine piştrastkirin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di raporeke xwe de nasnameya 222 xwepêşanderên Kurd ên bi destê hêzên rejîma Îranê di dema xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê de hatine qetilkirin, piştrast kir.
Di raporê de hate diyarkirin ku ji destpêka xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê ve 222 xwepêşanderên Kurd bi destê hêzên rejîma Îranê li bajarên cuda hatine qetilkirin û nasnameyên wan eşkere bûne.
Her wiha hatiye diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji destdane li bajarên Kirmaşan, Îlam, Tehran, Elborz, Loristan, Xoresana Rezewî, Esfehan, Hormizgan û Xozistanê hatine tomarkirin.
Tora Mafên Mirov a Kurdistanê eşkere kir ku nasname û zanyariyên gelek welatiyên din ên Kurd ku di xwepêşandanan de hatine kuştin, gihiştine destê wan û ew ji bo piştrastkirinê lêkolînan dikin.
Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku hêzên rejîma Îranê di xwepêşandanan de çekên şer bikaranîne, rasterast gule berdane serê xwepêşanderan. Her wiha saziyên ewlehiyê jî ji bo radestkirina cenazeyan pereyek zêde ji malbatan wergirine. Zext li malbatan hatine kirin ku di wefatnameya zarokên xwe de bêjin ‘Ji ber ketina ji bilindahiyan’ jiyana xwe ji dest dane û berpirsyartiya kuştina wan bixin stûyê xwepêşanderan de.