NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrazorê aloziya li ser kontrolkirina çavkaniyên petrolê ya di navbera eşîran û HTŞ’ê de kûr dibe. Li rexekî HTŞ’ê gef li eşîran dixwe, li hêla din alîgirên DAIŞ’ê bîrên petrolê dişewitînin û li hêla din jî bi destwerdana komên girêdayî Tirkiyeyê re rewş ber bi teqîneke mezin ve diçe.
Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) ku bi alîkariya hêzên navdewletî rejîma Esad hilweşand û niha hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, hewl dide ji hêla leşkerî û aborî ve serweriya xwe li welat xurt bike. Bi vekişîna hêzên HSD’ê ji herêmên weke Reqa, Tebqa, Dêrazor û hwd. re şerê parvekirina çavkaniyên sererd û binerd ên di navbera HTŞ, DAIŞ, komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê û eşîrên herêmê jî kûrtir dibe.
Piştî şewitandina bîrên petrolê ya li devera Îzbayê ya Dêrazorê, aloziya di navbera eşîrên herêmê û HTŞ’ê de ku dixwaze dest deyne ser çavkaniyên aboriyê, derbasî qonaxeke nû bû. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, serçeteyê HTŞ’ê yê bi nasnav “Ebo Redwan” û serbazê berê yê artêşa Sûriyeyê Mahêr El-Niêmî ku di sala 2011'an de ji rejîmê veqetiyabû, serdana Dêrazorê kirin. Lê belê, hevdîtinên wan bi rûspiyên eşîran re bê encam man.
Li gorî çavkaniyên herêmî, Mahêr El-Niêmî di civînê de rasterast gef li nûnerên eşîran xwar û jê re got: “Heke hûn bi vî rengî berdewam bikin, hûn ê poşman bibin." Ev gef, wisa hat nirxandin ku HTŞ li şûna diyalogê, dixwaze bi rêya zext û zorê kontrola xwe li ser zeviyên neftê ferz bike. Di heman demê de, agahî tên parvekirin ku HTŞ plan dike tevahiya herêma Dêrazorê bixe bin kontrola “Firqeya 86”an a di bin fermandariya serçete Hatem Ebu Şeqra de.
LÎSTIKVANÊ SEREKE: EMÎRÊ BERÊ YÊ DAIŞ’Ê
Li pişt bûyera şewitandina bîrên petrolê ku bûye hinceta destwerdana HTŞ’ê, kesekî bi navê “Ebu Ducane” derdikeve pêş. Ebu Ducane ku berê di nava refên DAIŞ’ê de “emîr” bû, niha weke aktorekî sereke yê aloziyê tê dîtin. Têkiliyên Ebu Ducane yên tevlihev rewşê aloztir dikin. Ev kes, birayê berpirsê berê yê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebu Fehid Xişam e ku niha di çarçoveya dosyeya “Ebo Xewle” de ji aliyê HSD’ê ve girtî ye. Ev têkilî nîşan dide ku pirsgirêk ne tenê di navbera eşîran û HTŞ’ê de ye, lê di heman demê de bi nakokiyên navxweyî yên herêmê re jî girêdayî ye.
HEWLDANÊN KOMÊN PARAMÎLÎTER ÊN GIRÊDAYÊ TIRKIYEYÊ
Di vê navberê de, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk jî hewl didin ji vê aloziyê sûd werbigirin. Hat zanîn ku serçeteyê koma “Sûltan Mûrad” Ebu Emşa, bi Ebu Ducane re ketiye têkiliyê. Li gorî agahiyan, Ebu Emşa ji Ebu Ducane re îdia kiriye ku "Colanî (Serokê Hikûmeta Demkî ya Şamê/HTŞ’ê) ew li hemberî mayîndebûna desthilata xwe firotine HSD’ê.” Armanca ji vê propagandayê ew e ku di navbera komên çekdar û eşîran de bêbaweriyê kûr bikin û hemû hewldanên ji bo lihevkirinê têk bibin.
REWŞA EWLEKARÎ, ABORÎ Û LEŞKERÎ ROJ BI ROJ XERAB DIBE
Ev şerê li ser petrolê, rasterast bandorê li jiyana welatiyan û rewşa ewlehiyê dike. Dewriyeyeke “Emin Am” (Asayîş) a HTŞ’ê li Îzbayê dema ku hewl dida bîrên petrolê kontrol bike, rastî êrişê hat. Di encama pevçûnên di navbera dewriyeyê û welatiyên ji eşîra Xişam de, 2 kesên bi navê Odey Ehmed El-Ebûd û Serî Emîn El-Ebûd bi giranî birîndar bûn. Li ser vê bûyerê, hêzên HTŞ’ê 20 kesên ku di karê petrolê de dixebitin (xwediyên bîdonan) binçav kir.
Ji aliyê aborî ve, rewş roj bi roj girantir dibe. Rawestandina fon û mûçeyên piraniya karmendan barê li ser milê welatiyan zêdetir kiriye. Di warê leşkerî de tu guhertinên berbiçav nînin ku ev yek valahiyeke hêzê diafirîne û rê li ber zêdebûna çalakiyên komên cuda vedike.
DÊRAZOR BÛYE QADA ŞERÊ BERJEWENDIYAN
Herî dawî, agahî hene ku şaneyên veşartî yên ji bo pêkanîna sûîqestan hatine avakirin, di bin fermana Parêzgarê Dêrazorê yê Rejîma Sûriyeyê, Xesan El-Seyîd Ehmed de tevdigerin. Tê gotin ku serkêşiya van şaneyan kesekî bi navê Hesen Ewad El-Ferec (Hesen Tawa) dike. Ev yek jî nîşan dide ku Dêrazor bûye qada têkoşîna gelek aktoran û her hêz hewl dide bi rêya aloziyê berjewendiyên xwe biparêze.
MA / E. Pêjder Altan