Ji HRANA’yê rapora nû ya têkildarî Rojhilat û Îranê

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA’yê di rapora xwe ya îro de destnîşan kir ku di nava 42 rojan de 176 jê zarok bi giştî 6 hezar û 507 kes ji hêla rejîma Îranê ve hatine qetilkirin. 

 
Human Rights Activists News Agency (HRANA), rapora xwe ya têkildarî bîlançoya protestoyên 42 rojan ên li Îran û rojhilatê Kurdistanê aşkera kir. Di raporê de hate gotin ku heta niha herî kêm 6 hezar û 961 kes hatine kuştin, 51 hezar û 465 kes hatine binçavkirin û 11 hezar û 21 kes jî birîndar bûne. 
 
Bi domdarî di raporê de hate diyarkirin ku ji kesên hatine kuştin 6 hezar û 507 jê çalakvan in. Ji sivîlên hatine qetilkirin 176 jê zarok in. Her wiha hate gotin ku tevî ku tev li çalakiyan nebûne jî 62 sivîl hatine qetilkirin û 112 xwendekar jî hatine binçavkirin. Heta niha 11 hezar û 480 kes ji bo îfadeyê hatine vexwendin û bi darê zorê îtîraf bi 311 kesan hatiye kirin.