Hevdîtinên di çarçoveya peymana 30’ê Çileyê de hatin kirin û gavên hatin avêtin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya xebatên ji bo cîbicîkirina peymana di navbera HSD û hikûmeta demkî de hêzên ewlekariyê li hinek cihên hatine diyarkirin bicih bûn û Walîtiya Hesekê dest bi peywira xwe kir. 
 
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di 29’ê Çileya 2026’an de lihevkirinek pêk anî. Li gorî lihevkirinê ku 30’ê Çileyê hat ragihandin, wê agirbest pêk were, hêzên leşkerî ji xalên pêşîn vekişin, hêzên ewlehiyê têkevin navendên bajarên Hesekê û Qamişloyê, entegrasyona hêzên ewlehiyê li herêmê werek destpêkirin. Dîsa 3 tugayên leşkerî yên HSD’ê werin avakirin, entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de were pêkanîn, karmendên sivîl werin tayînkirin, mafên sivîl û perwerdehiyê yên gelê Kurd werîn pêkanîn, vegera koçberan bo deverên wan were misogerkirin.
 
Armanca peymanê yekkirina axa Sûriyeyê, pêkanîna entegrasyonê li herêmê, xurtkirina hevkariya di navbera aliyên peywendîdar de û yekkirina hewildanên ji bo ji nû ve avakirina welat e.
 
Li gorî nûçeya ANHA'yê; pêkanîna peymanê 2’yê Sibatê dest pê kir. Lê şandeyên hikûmeta demkî di 1’ê Sibatê de derbasî Hesekê û Kobanê bûn, civîn hatin çêkirin. 2’yê Sibatê li Hesekê bi amadebûna fermandarê Hêzên Asayîşê Mihemed Xelîl Elî (Siyamend Efrîn), fermandarê hêzên ewlekariyê yên bajarê Hesekê Merewan El Elî yê ji aliyê hikûmeta demkî ve hatiye tayînkirin û fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn civîn hat çêkirin. Di hevdîtinên ku ji ragihandinê re girtî hatin lidarxistin de, gavên pêşîn ên pêkanîna lihevkirinê hatin nîqaşkirin.
 
Di 2’yê Sibatê de şandeya hêzên hikûmeta Şamê derbasî sînorên gundewarên bajarê Kobanê bûn û li xalên ku bi hemahengiya Hêzên Asayîşê re hatibûn diyarkirin, belav bûn.
 
Di 3’yê Sibatê de jî şandeya hikûmeta demkî bi tevkariya Asayîşê derbasî bajarê Qamişloyê bûn û li ser pêkanîna peymanê danustendin kirin.
 
Di aliyê îdarî de jî, parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed ê ji aliyê HSD’ê ve hatibû destnîşankirin, 5’ê Sibatê hat Hesekê û bi girseyî hat pêşwazîkirin.
 
Di heman rojê de şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Kobanê ji hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser Ferhan Hec Îsa, hejmarek nûnerên rêxistinên û rêveberên bajarê Kobanê û rûspiyên pêk dihat çû Helebê. Şande li avahiya parêzgeriya Helebê bi fermandarê giştî yê hêzên ewlekariyê yê parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî û cîgirê wî Elî Henûra û hejmarek berpirsên din ên hêzên ewlekariyê yên hikûmeta demekî re civiya. Di civînê de pirsgirêkên herêmê û mekanîzmeya kar li gorî bendên lihevkirinê nîqaş kirin.
 
Di 6’ê Sibatê de endamê fermandarên komên hikûmeta demkî bi serokatiya Hemze El Himêdî li Hesekê bi endamên Fermandariya Giştî ya HSD’ê Çiya Kobanê û hejmarek din ên fermandarên HSD’ê re civiyan. Di civînê de qonaxên entegrasyona leşkerî û rêbazên pêkanîna wê hatin nîqaşkirin. Li gorî çavkaniyan, cihên ku dê wekî bargehên 3 tugeyên leşkerî yên HSD’ê werin tesbîtkirin, hatine gotubêjkirin.
 
7’ê Sibatê Fermandarê hêzên ewlekariyê yê Hesekê yê ji aliyê hikûmeta demkî ve hatiye tayînkirin Merwan El Elî, serdana parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed kir.
 
Çavdêr dibêjin ku ev gavên tên avêtin, nîşan didin ku xwestek heye da ku ev lihevhatin li ser erdê were çesipandin.  Ev pêngav dê bibin amadekarî bû gevên berferhtir li ser dosyayên entegrasyonê û rêvebirina saziyan.
 
Li aliyê din dorpêça li ser Kobanê û dagirkeriya Tirk a li herêmên Kurdan ku li pêşiya vegera koçberan dibin asteng didiome. Li ser van mijaran jî gotubêj didomin.