Kuçeyên Wanê: 'Mafê hêviyê' nayê taloqkirin

Parve bike:

WAN - Şêniyên Wanê diyar kirin ku divê "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan tavilê bê pêkanîn û gotin ku divê sermuzakerekarê Kurdan di dema birêvebirina pêvajoyê de di şert û mercên wekhev de be. 

 
Daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yên der barê bicîhanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser binpêkirina "mafê hêviyê" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di rojevê de ne. Şêniyên Wanê, diyar kirin ku azadiya fizîkî ya Ocalan mijareke lezgîn e û gotin ku kesekî ku Kurd wî wekî Rêber dibînin û sermuzakerevanê xwe dibînin, di dema birêvebirina vê pêvajoyêd e divê di şert û mercên wekhev de be. 
 
Şêniyên Wanê diyar kirin ku bêyî azadiya fizîkî ya Ocalan tu Kurd baweriya xwe bi vê pêvajoyê nayne û divê pêvajo êdî bi gavên berbiçav bêyî derengmayînê bidome.