‘Ji bo Kobanê her saniye girîng e, deriyê sînor vekin'

Parve bike:

AMED - Hevberdevkê Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajar a Amedê Mahsum Çiya Korkmaz diyar kir ku kampanyaya wan a alîkariyê ya ji bo hevgirtinê bi Kobanê re dest pê kiriye berdewam dike û got ku her saniye girîng e û banga vekirina deriyê sînor ji bo kamyonên alîkariyê dubare kir.

Birina 25 kamyonên ku bi pêdiviyên bingehîn barkirî bûn ku di çarçoveya "Kampanyaya Alîkariyê ya ji bo Kobanê" de ji hêla Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajar a Amedê ve hatibû destpêkirin, hat astengkirin. Daxwaza veguhestina av, potên zarokan, şîr, mama, berhemên paqijiyê yên jinan, betanî, sobe, nivîn û pêdiviyên xwarinê ji bo Kobanê ku di bin dorpêçê de ye, nehat hiştin di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re bênd derbaskirin. Kamyonên alîkariyê vegeriyan Amed, lê di heman demê de kampanyaya alîkariyê berdewam dike. 
 
Hevberdevkê Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajêr a Amedê Mahsum Çiya Korkmaz destnîşan kir ku zarok, jin û kal li Rojavayê di gihîştina pêdiviyên bingehîn de bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne û divê gihandina alîkariyan bi lez were hêsankirin.
 
‘HEVDÎTIN BÊ ENCAM MAN’
 
Korkmaz bi bîr xist ku du roj piştî ragihandina kampanyayê 25 kamyon tijî pêdiviyên pêwîst hatine berhevkirin û got: "Me piştgiriyeke mezin ji gel wergirt. Em bi 25 kamyonan tijî pêdiviyên bingehîn ber bi Pirsûsê ve çûn. Lê belê, bi fermana parêzgariyê em li sînorê Pirsûsê hatin rawestandin û ketina me ya navçeyê hat astengkirin. Em li tesîseke nêzîkî Pirsûsê sekinîn. Dema ku em li wir bûn, me danûstandin berdewam kirin. Me diyar kir ku li herêmê kampanyayeke alîkariyê ya pir berfireh tê meşandin û li aliyê din ê sînor hewcedariyeke mezin heye û me xwest ku derî werin vekirin û korîdoreke were çêkirin. Dema ku danûstandinan encam nedan, me biryar da ku em vegerin Amedê."
 
Korkmaz, li hember biryara rayedaran a ji bo veguheztina alîkariyê bo deverên di bin kontrola HTŞ'ê de bertek nîşan da û got: "Fikarên me der barê vê yekê de hene. Kamyonên Weqfa Barzaniyê hîn jî di destê HTŞ'ê de ne. Ger ev yek bi wan tê kirin, çima divê bi me neyê kirin? Me di vê mijarê de temînat xwest û dema ku tu temînat nehat dayîn, em vegeriyan."
 
‘KAMPANYA BIHÊZTIR DIDOME'
 
Korkmaz destnîşan kir ku kampanya bi awayekî xurttir berdewam dike û got: "Du xalên berhevkirinê yên cuda hene, yek li Qada Fuarê û ya din jî li parka stadyuma kevin a li Taxa Ofîsê. Ji bo hevrêzkirinê hejmarên têkiliyê yên me hene û xelkê me bi xwe bexşên xwe tînin û datînin. Bi saya vê yekê, gelek materyal hatine berhevkirin; niha zêdetirî 50 kamyon pêdiviyan amade ne û li bendê ne."
 
Korkmazê bal kişand ser pêwîstiya ku alîkarî demildest bigihîje cihê xwe û got: "Li Kobanê pêdiviyên bingehîn lezgîn in. Av di rewşeke krîzeke pir cidî de ye. Li herêmê hîn jî înternet û elektrîk tune. Ji ber ku elektrîk tune ye, di binesaziyê de astengiyên cidî hene û germkirin pirsgirêkeke mezin e. Wekî din, li wir gelek penaber hene; li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî 150 hezar kesên penaber hene." 
 
Korkmaz hişyarî da ku eger tedbîrên pêwîst neyên girtin dê karesateke mezin çêbibe û got: "Her saniye ku derbas dibe dikare bibe sedema karesateke mezintir. Zarokan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê, her saniye ji bo me girîng e. Em banga xwe dubare dikin, bang li hem hikûmet û hem jî saziyên navneteweyî dikin: Dema ku karesateke wisa diqewime û hûn jê haydar in, divê hûn rêyên herî ewle ji bo me vekin da ku ev rewş ji holê rabe." 
 
MA / Fethî Balaman