HRANA: Rejîma Îranê di roja şemiyê de 13 kes darve kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî HRANA’yê, rejîma Îranê di roja şemiyê de li bajarên cuda herî kêm 13 kes darve kir. 

Li gorî agahiyên Human Rights Activists News Agency’ê (HRANA); di roja şemiyê de li bajarên cuda yên Îranê herî kêm 13 kes hatin darvekirin. Hat ragihandin ku ev darvekirin li bajarên Horremabad, Senendec, Dezful, Aligudarz, Kirmaşan, Yasuc, Nehavend, Zahidan, Hemedan û Girtîgeha Navendî ya Karajê ya li Tehranê pêk hatine. 
 
Hat îdiakirin ku kesên hatine darvekirin, ji hêla dadgehên rejîmê ve bi sûcên tiryak û cînayetên dihatin tawanbarkirin. Rêxistina maf, ji 13 kesan nasnameyên 10’an jê piştrast kir. Li gorî vê; Alî Faza Hoşneşîn, Ferşad Şeyhî, Avin Sorkhi, Cafer Faryadi, Ali Sarlakabad, Soşa Moradi, Behzad Meşayekhi, Muhammed Alî Saidlu, Morad Goli û Abolfazl Nakvi çendek ji wan kesên hatine darvekirin in. Xebatên ji bo tespîtkirina sê kesên din jî didomin. 
 
DI NAV SALEKÊ DE HERÎ KÊM 2 HEZAR Û 63 KES HATIN DARVEKIRIN 
 
HRANA’yê, da zanîn ku ev darvekirin parçeyeke polîtîkaya înfazkirinê ya rejîma Îranê ya demên dawî ye. Li gorî daneyên rêxistinê; ji 1’ê Çileya 2025’an heta 1’ê Çileya 2026’an li Îranê herî kêm 2 hezar û 63 kes hatin darvekirin. Ev hejmar nîşan dide ku rêjeya darvekirinên li Îranê li gorî par ji sedî 119 zêde bûye. 
 
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’ê mehek berê raporek parve kir û got ku rejîma Îranê van înfazan weke “amûra tirsandinê” bi kar tîne. Hat gotin ku ev polîtîkaye bandoreke hilweşîner ser kêmaniyên lki welat û penaberan çêdike. Rêxistinên mafên mirovan bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku ji bo pêşîlêgirtina îdamên li Îranê gavên bibandortir û şênber biavêjin.