Dê Platforma Yekitiya Jinên Kurd ji bo 'Yekitiya Neteweyî' komxebatê li dar bixe

Parve bike:

AMED - Ji Sekreteryaya Bakur a Platforma Yekitiya Jinên Kurd Sultan Yarayê girîngiya yekitiya neteweyî destnîşan kir û diyar kir ku jin dê pêşengiya vê pêvajoyê bikin û ew ê di vê çarçoveyê de li Amedê komxebateke mezin li dar bixin.

 
Piştî êrişên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ), DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li taxên Eşrefiye û Şêx meqsûd ên Helebê di 6'ê Çileyê de, Kurd û alîgirên wan li her deverê daketin kolanan û nerazîbûnê nîşan dan. Peyama yekitiya neteweyî di xwepêşandanên li seranserê Kurdistan û Ewropayê yên li dijî van êrişan de derket pêş. Endama Sekreteriya Bakur a Platforma Yekitiya Jinên Kurd Sultan Yaray ku ji bo yekitiya neteweyî dixebite, got: "Armanca hêzên serdest ew e ku me Kurdan parçe bikin û wan bi rê ve bibin." Sûltan Yarayê got ku ku divê jin di pêkanîna yekitiya neteweyî de rola xwe bilîzin.
 
'YEKITIYA NETEWEYÎ PÊDIVIYEK E'
 
Sultan Yarayê diyar kir ku pergalên serdest, dema ku Kurdistanê parçe dikin, ne tenê armanc dikin herêmek, sînorek an axek, di heman demê de dixwazin di nav civaka Kurd de jî parçebûnekê çêbikin û got: "Wekî ku Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan, got, 'Divê niha yekitiya Kurd wekî pêwîstiyek û mecbûriyetek were dîtin.' Çawa ku wan bi salan hewl da ku bi parçekirina gelê Kurd desthilatdariyê bikin, îro jî siyaseta xwe ya qirêj didomînin. Her çend em di salên berê de ji ber ne gengaziyan nekarîn Konferansa Yekitiya Kurd li dar bixin jî, îro şert û merc guncawtir in. Di berxwedana li dijî êrişên li Rojavayê de, me careke din dît ku yekitiya Kurd çiqas watedar e. Ger yekitî îro nehatiba bidestxistin, dê ji yên ku niha diqewimin gelek zêdetir komkujî biqewimin."
 
'ARMANCA HERÎ MEZIN BIGIHÎJE YEKITIYÊ YE'
 
Sultan Yarayê diyar kir ku li herêmên ku Kurd lê dijîn êrişên topyekûn pêk tên û got: "Gelê Kurd, li her derê, tevî Bakur, Başûr, Rojhilat û Ewropayê, hemû hewldanên xwe yên din danîne aliyekî û li dijî van êrişan bûne yek. Vê yekê hêza yekitiyê eşkere kiriye. Birêz Abdullah Ocalan, di hemû hevdîtinên xwe û di banga xwe ya 27'ê Sibatê de bal kişand ser yekitiya Kurdan. Piştî vê bangê, rêber û kesayetên siyasî yên Kurd li Qamişloyê li hev civiyan û konferansek li dar xistin. Piştre wan ragihand ku ew ê Kongreya Neteweyî li dar bixin. Wekî gelê Kurd, em hîn jî li benda lidarxistina kongreyê ne. Berî her tiştî divê em bibin yek da ku cîhan me qebûl bike. Îro, divê armanca herî mezin a Kurdan ew be ku yekitî pêk were û ew were qebûlkirin."
 
Sultan Yarayê destnîşan kir ku çareseriya zilma li ser Kurdan di yekitiya neteweyî de ye. Sulatn Yarayê diyar kir ku helwesteke parçebûyî û bêrêxistin dê cidî neyê girtin û got ku pêwîst e Kurd li dijî siyaseta "parçe bike û bi rê ve bibe" ya hêzên serdest xaleke hevpar bibînin. Sûltan Yarayê her wiha got ku ger yekitî çêbibe, hewldanên ji bo çandina nakokiyan di navbera gelan de jî dê werin pûçkirin.
 
'DÊ KOMXEBAT BÊ LIDARXISTIN'
 
Sultan Yarayê Konferansa Yekitiya Jinên Kurd a ku wan di Hezîrana 2025'an de li dar xist bi bîr xist û got: "Di heman salê de li Rojava û Ewropayê konferans hatin lidarxistin. Konferansek ji bo 31'ê Çileyê li Başurê hatibû plankirin, lê ji ber êrişên li Rojavayê nehat lidarxistin. Her çend me nekarî li Başurê li dar bixin jî, wekî jinên li Bakurê, em ê di rojên pêş de komxebateke mezin li dar bixin da ku li ser pêvajoyê nîqaş bikin û girîngiya yekitiyê destnîşan bikin. Divê were tekezkirin ku yekitiya Kurdan êdî ji pêdiviyekê wêdetir, ew mecbûriyetek e."
 
Sultan Yarayê diyar kir ku gelê Kurd li hember êrişên dawî biryar daye ku bibe yek û li benda înîsiyatîfa rêberên xwe ye û got: "Dema ku êriş li Rojava û Kobanê çêbûn, her kes bû yek û li dijî wê bertek nîşan da. Di heman demê de, ne hewce ye ku em dubare bikin ku berxwedana li Rojava berxwedana jinan e. Ji ber ku berxwedana li Rojava jixwe ji hêla jinan ve hatiye avakirin. Em jin jî di warê yekitiyê de berpirsiyariyeke mezin hildigirin ser xwe. Divê em bixebitin û hewl bidin. Niha, em serdana sazî û partiyan dikin da ku girîngiya yekitiya Kurdan rave bikin û têkiliyan çêbikin. Bê guman, ev têrê nake. Wekî jinên Kurd, divê em mal bi mal, gund bi gund bigerin û wateya yekitiya Kurdan rave bikin."
 
MA / Heval Onkol