Lêçûnên zêde û şertên zivistanê bandoreke nebaş li sewalvaniyê dike
DÊRSIM - Berfa zêde û lêçûnên zêde yên kelûpelan jiyana welatiyên gundên Dêrsimê yên ku debara xwe bi sewalvaniyê dikin dijwar dike. Hejmara kesên sewalvaniyê dikin li gelek gundan her diçe kêm dibe.
Li Dêrsimê, pirsgirêkên veguhestinê yên her sal di zivistanê de dubare dibin, şert û mercên avhewayê yên dijwar û lêçûnên zêde yên kelûpelan jiyana welatiyên ku debara xwe bi sewalvaniyê dikin dijwartir dikin. Li bajêr ku berf û germahiya zêde lê heye, êm, stargeh û dabînkirina pêdiviyên rojane yên heywanan, nemaze li gundan, bûye têkoşîneke mezin û di heman demê de bihayên êm û giyayê yên zêde dibin sewlavaniyê diojwar dikin. Ji ber lêçûnên zêde, hejmara sewlana bi lez kêm dibe û li gelek gundan sewalvanî li ber qedandinê ye. Alî Haydar Yumuk (58) û Nuray Varliel (55) ku li gundê Çaxperî yê Pulurê sewalvaniyê dikin, diyar kirin ku ji ber lêçûnên zêde, hejmara kesên ku li gund sewalavn xwedî dikin kêm bûye.
Alî Haydar Yûmûk diyar kir ku li gund kes nemaye ku bi sewalvaniyê re mijûl bibe û got: "Mesref pir zêde ne û kes tune ku sewalvaniyê bike. Berê, di her malê de çend kes hebûn û her kes tevlî dibû. Niha kes nemaye."
Yûmûk ku berê nêzîkî 50 pezên wî hebûne got ku hejmar her sal kêm bûye. Yûmûk got: "Niha tenê 3 ga li cem min mane. Ji ber şert û mercên aborî û barê giran, me neçar ma ku sewalvaniyê kêm bikin. Em êm dikirin û em havînê ji zeviyên xwe êm distînin, lê ew têrê nake. Berê sewalvanî ne ewqas dijwar bû, lê niha pir dijwar bûye."
Nuray Varlielê anî ziman ku di şert û mercên zivistanê de xwedîkirina sewalan hîn dijwartir dibe û destnîşan kir ku tevî van hemû zehmetiyan jî, ew ji jiyana gund hez dikin. Nûray Varlielê behs kir ku berê nêzîkî 100 pezên wê hebûne, lê niha tenê çar çêlekan xwedî dike. Nûray Varlielê diyar kir ku ew sibehan heywanan dibe avdanê, axur paqij dike û piraniya roja xwe bi van karan derbas dike. Nûray Varlielê got: "Par min piraniya heywanên xwe firotin; niha tenê çar an pênc ji wan mane. Ji ber sermaya zêde derketina derve dijwar e; hema hema wekî ku em di girtîgehê de bin."
‘GER WISA BIDOME EM Ê YÊN HEYÎ JÎ BIFORIŞIN'
Nuray Varlielê diyar kir ku ji ber zêdebûna lêçûnan xwedîkirina sewalan ne mumkin bûye û got: "Her tişt pir biha bûye. Ji ber zêdebûna bihayan, me pezên xwe firotin û niha tenê çêlek li cem me mane. Ger bi vî rengî berdewam bike, em ê neçar bimînin ku wan jî bifroşin. Bihayê giyayê her tonê 8-9 hezar TL ye, em çawa dikarin wê bikirin? Em befelê diçînin û berhev dikin û di zivistanê de wekî êm didin. Em ceh û êm dikirin, lê niha, ji ber lêçûnan, em êdî nikarin nefelê jî biçînin û berhev bikin."
Tevî hemû zehmetiyan jî Nuray Varlielê kêfxweşiya xwe ya ji ber barîna berfê ya zêde anî ziman û got: "Îsal berf pir barî, lê baş bû, ax bi avê têr bûye. Di havînê de dê hêşînahî hebe û ev ji bo sewalan bereket e."
MA / Şîrvan Şîlan Çîl