ROJEVA 8’Ê SIBATA 2026’AN
- Rojane
- |
- 8 Sibat 2026 09:00
- |
* Berfa zêde û lêçûnên zêde yên kelûpelan jiyana welatiyên gundên Dêrsimê yên ku debara xwe bi sewalvaniyê dikin dijwar dike. Hejmara kesên sewalvaniyê dikin li gelek gundan her diçe kêm dibe.
* Ji Sekreteryaya Bakur a Platforma Yekitiya Jinên Kurd Sultan Yarayê girîngiya yekitiya neteweyî destnîşan kir û diyar kir ku jin dê pêşengiya vê pêvajoyê bikin û ew ê di vê çarçoveyê de li Amedê komxebateke mezin li dar bixin.
* Şêniyên Wanê diyar kirin ku divê "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan tavilê bê pêkanîn û gotin ku divê sermuzakerekarê Kurdan di dema birêvebirina pêvajoyê de di şert û mercên wekhev de be.
* Hevberdevkê Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajar a Amedê Mahsum Çiya Korkmaz diyar kir ku kampanyaya wan a alîkariyê ya ji bo hevgirtinê bi Kobanê re dest pê kiriye berdewam dike û got ku her saniye girîng e û banga vekirina deriyê sînor ji bo kamyonên alîkariyê dubare kir.
* Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê dê ji bo cîbicîkirina “mafê hêviyê” û li dijî êrişên ser rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir meşek bê lidarxistin. (13.00) ZINDÎ
* Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, dê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Colemêrgê civîna gel li dar bixe. (13.30)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Aydinê, ji bo balê bikişîne ser dorpêça li ser Kobanê dê li Qada Newrozê ya Sokeyê daxuyaniyê bide. (15.00)