Amedspor, li deplasaman Pendîksporê bi ser ket

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Amedsporê li deplasaman Pendîksporê, bi ser ket. 
 
Amedspor di 24'emîn maça serdema 2025-2026'an a Lîga 1'emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbula Tirkiyeyê (TFF) de, li Stenbolê bi Pendîksporê re lîst. Di beşa yekem a maçê de her du tîm jî nekarîn skorê biguherînin û  listîkvanê Pendîksporê Hakan Yeşîl di deqîqeya 42'yemîn de qerta sor xwar. Amedsporê bi awayekî xurt dest bi beşa duyemîn kir û di deqîqeya 49'an de bi asîsta Mbaye Diagne, Adama Traore gol avêt û Amedspor 1-0 ket pêşiyê. Di deqîqeya 60'î de jî bi asîsta Zdravko Minchev Dimitrov, Mbaya Diagne skorê kir 2-0. Maç bi vê skorê bi dawî bû.
 
Amedspor, di hefteya 24'emîn jî rêza yekemîn de puanê xwe kir 49. Amedspor, dê di maça hefteye 25'emîn de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê bi Sakaryasporê re bilîze.