Li Dêrazorê êrişa çekdarî

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Eşara yê herêma Meyadên a Dêrazorê di encama êrişeke çekdarî de zêrkarek hat kuştin û kurê wî bi giranî birîndar bû.
 
Li gorî çavkaniyên xwecih, zêrkarê bi navê Xelîl El Hesen El Hemade ( Xelîl El Hedlat) û kurê xwe dema ji mala xwe derdiketin, ji aliyê çekdarên nenas ve hatin şêlandin û gule li wan hatin reşandin. Bav di cih de mir û kurê wî bi giranî birîndar bû. Birîndar ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin. Heya niha nasnameyên êrişkaran nehatin naskirin. Şêniyan xwestin der barê bûyerê de lêkolîn were destpêkirin û tedbîrên ewlehiyê werin girtin.
 
Li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî de tevlihevî û êrişên çekdarî dewam dikin. Sûcdar jî nayên aşkerekirin.