Xelkê Comaniyê ji bo Rojava meşiya: Li dijî êrişan em ê li qadan bin

Parve bike:

SÊRT - Xelkê bajarokê Comaniyê yê navçeya Misircê ya Sêrtê li dijî dorpêça ser Rojava meşeke girseyî li dar xist. 

 
Li dijî êriş û dorpêça HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê, gelê bajarokê Comaniyê yê navçeya Misircê ya Sêrtê meş li dar xist. Meş, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajarokê dest pê kir û heta Qada Şêx Îbrahîm domiya. Di meşê de pankartên “Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li mirovahiyê ye”, “Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e. Nayê teslîmgirtin” hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmên “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Rojava rûmeta me ye”, “Kujer Colanî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. 
 
‘NAXWAZIN LI ROJAVA AŞTÎ HEBE’
 
Wekîla DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş di piştî meşê axivî û got: “HSD, bi sala ye li dijî DAIŞ û zîhniyeta wê têdikoşe. Lêbelê hem welatên cîhanê hem jî Tirkiye naxwazin li Rojhilata Navîn û Rojava aştî hebe. Ji ber ku pergala Rojava hemû nasname û gelan hembêz dike. Sedema zextên ser Rojava jî ev e. Dixwazin paradîgmaya li Rojava bifetisînin. Em jî dê ji bo vê paradîgmayê çalakiyên xwe bidomînin. Heta ku ev polîtîkayên qirêjî bi dawî dibin em ê li qadan bin.”
 
Daxuyanî, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.