Haykir piştî 32 salan hate berdan: Bêyî Rêbertiyê azadî her tim nîvco ye
ŞIRNEX - Haci Haykir ku piştî 32 salan hate berdan, li Cizîrê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Haykir, got: “Heta Rêbertiya me azad nebe, dê azadî her tim nîvco bimîne.”
Hacî Haykir, di sala 1994’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Erziromê cezayê muebedê lê birî. Haykir, piştî 32 salan duh ji Girtîgeha Burdurê hate berdan. Haykir, îro hat warê xwe Cizîr a Şirnexê û bi girseyî hat pêşwazîkirin. Di merasîma pêşwazîkirinê de rêveberên TUHAD-DER’ê, DEM Partiyê, DBP’ê û gelek kes amade bûn. Di dema pêşwaziyê de bênavber dirûşmên wek "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.
Di pêşwaziyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnaxê Ramazan Uysal axivî û got: "Çavê malbatê ronî. Hêvî dikim ku em rojeke nêz de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji vir pêşwazî bikin. Hevalê Hacî û hevalên wî yên di girtîgehê de 32 sal e li ber xwe didin û serê xwe netewandin.”
Parlamentera DEM Partiyê yê Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî da zanîn ku bi hezaran girtiyên Kurd li zindanan li ber xwe didin û girtiyên Kurd îradeya xwe radestî zordaran nakin.
'BERXWEDANEKE MEZIN HEYE’
Hacî Haykir jî diyar kir ku li girtîgehan girtiyên siyasî berxwedaneke bêhempa dikin. Haykir, da zanîn ku derketina wî kêfxweşiyek ji wî re çênekiriye û got: “Ji ber ku azadiya me ya fîzîkî ne azadî ye. Heta ku Rêberê me azad nebe, azadî tune ye. Rêberê me azad nebe hemû azadî nîvco ne. Ez ê ji niha şûn ve ji bo layîqî gelê xwe bibim bixebitim."
Merasîma pêşwaziyê bi berzkirina dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.