Bakirhan li Dîlokê çû serdana Taş û Yildiz ên piştî 31 salan hatin berdan

Parve bike:

DÎLOK - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li Dîlokê çû serdana Kamûran Taş û Eren Yildiz ên piştî 31 salan ji girtîgehê hatin berdan. 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî9 Tuncer Bakirhan, li Dîlokê çû serdana Kamûran Taş ê piştî 31 salan û Eren Yildiz ê piştî 30 sal û 7 mehan hate berdan. Serdan, li mala Taş a li Taxa Guzelvadî ya navçeya Şahînliyê hat kirin. Rêxistina DEM Partiyê ya Dîlokê, TUHAD-FED û gelek welatî tev li bûn. 
 
Di dema serdanê de li ser pêvajoya li Tirkiyeyê sihbet hate kirin.