Dayikên Şemiyê ji bo Mehmet Şîrîn Maltu daxwaza edaletê kir

Parve bike:

STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltû pirsîn, xwestin faîlên wî bên girtin û darizandin. 

 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bi daxwaza pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatin windakirin û darizandina faîlên wan, di hefteya 1089’an de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakî li dar xist. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û qetilkirin û qurnefîl hatin hilgirtin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltû ku li Êlihê di bin çavan de hatibû windakirin, hate pirsîn. 
 
Metna daxuyaniyê ji hêla endama Komîsyona Windakiriyan a ÎHD’ê Zeynep Yildiz ve hate xwendin. 
 
Zeynep Yildizê, got: “Mehmet Şîrîn Maltû (17), li Mezraya Zediyayê ya navçeya Hezo ya Êlihê dijiya. Di şeva 31’ê Çileya sala 1995’an de leşker, tîmên taybet û cerdevanan bi panzeran bi ser mala malbata Maltû de girtin. Piştî kontrolkirina nasnameyan, Mehmet Şîrîn Maltû ji malê hate derxistin. Wê şevê heta ber sibehê saet 04.00’an li meydana mezrayê îşkence li Mehmet Şîrîn hate kirin ku hemû malan qêrînên wî di bihîst. Piştre jî li wesayîteke leşkerî hate siwarkirin û birin. Rojek piştre saet dora 12.00’an jî 4 wesayîtan Maltû anîn gund. Dest û lingên wî girêdayî bûn, telîsek xistibûn serê wî û bi wî anîn gund. Li meydana gund careke din bi saetan hate îşkencekirin. 
 
HATE GOTIN KU NEHATIYE BINÇAVKIRIN 
 
Li gorî agahiyên malbat û gundiyan dane; leşkeran ji Maltû xwestin ku cih nîşanî wan bide. Maltû gelek caran got ‘ez nizanim.’ Ji ber îşkenceyê êdî nema dikarî xwe li ser pêyan bigire. Piştre jî li wesayîta leşkerî hate siwarkirin û dîsa birin. Malbatê, serî li qereqolên cendirmeyan ên Bekirhan û Hezoyê dan ku leşkerên li vir tev li serdegirtinê bûbûn. Lêbelê ji malbatê re hate gotin ku zarokê wan nehatiye binçavkirin. Lêbelê kesekê di heman rojan de li Tabûra Komandoyan a Êlihê hatibû binçavkirin û piştre hate berdan, ji malbata Maltû re got ku Mehmet Şîrîn li wir dîtiye û tevî wî 6 rojan di bin çavan de bû. 
 
ÊDÎ TU AGAHÎ JI MALTÛ NEHATIN GIRTIN  
 
Malbata Maltû ji bo lêpirsîn were vekirin, ji malbata Maltû hate xwestin ku du şahidên derve divê hebin. Gundiyên bûn şahidê bûyerê ji ber tirs û zexta giran şahidî nekirin. Hemû serlêdan bêencam man. Êdî tu agahî ji Mehmet Şîrîn Maltû nehatin girtin. Aşkeraye ku heta niha di dosyaya Mehmet Şîrîn Maltû de berpirsyartiya lêpirsîneke bibandor hatiye binpêkirin. Divê sepanên înkar û necezakirinê bên bidawîkirin, aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltû were aşkerakirin, hemû peywirdarên cemaweriyê yên ji pêvajoya binçavkirinê berpirsyar bên tesbîtkirin û li pêşberî darazê bên darizandin. Daxwaza malbata Maltû û civakê ha hînkirina heqîqetê, berpirsyartiya hiqûqî ya dewletê ye. Divê tavilê ji bo Mehmet Şîrîn Maltû lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin. Çend sal derbas dibin bila bibin, em ê her tim ji bo Mehmet Şîrîn Maltû û hemû windakiriyên xwe daxwaza edaletê bikin û bibêjin ku dewlet mecbûr e li gorî rêgezên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”