Gelê Şengalê ji bo Rojava alîkarî şand

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên Şengalî, alîkariyên bi ruhê seferberiyê kom kirin, ber bi Rojava ve şandin. 
 
Piştî ku li seranserê cîhanê ji bo Rojava bangên seferberiyê hatin kirin, civaka Şengalê jî yekser ket nav liv û tevgerê. Di qonaxa yekem de bi meş û çalakiyên girseyî êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Di qonaxa duyem de kampanyaya alîkariyê di 25’ê Çileyê de dest pê kir û heta 6’ê Sibatê berdewam kir. Ji ber şert û mercên giran ên zivistanê, gelê Şengalê bi giranî kelûpelên germkirinê, cil û berg û pêdiviyên bingehîn ên demsalê kom kirin.
 
Ji ber ku deriyê sînor ê rasterast di navbera Şengal û Rojava de girtî ye, şandina alîkariyan bi rêyên alternatîf pêkan bû. Alîkariya ku ji 2 TIR’an pêk tê, ji Şengalê ber bi parêzgeha Dihokê ve hat birêkirin û tê payîn ku ev her du TIR’ên alîkariyê, sibê di Deriyê Sînor ê Sêmalkayê derbasî Rojava bên kirin.