Welatiyên Rojava: Em ê parastina xwe bidomînin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Herêma Cizîrê, xebatên xwe yên li ser bingeha seferberiya giştî didomînin. Li dijî êrişên îxtîmalî, li kolanên xwe nobetê digirin. 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 18’ê Çileyê de li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk, seferberiya giştî ragihand. Ji wê rojê heta niha li seranserê Rojava gelên herêmê kolan bi kolan, tax bi tax li ser esasê rêgeza xweparastinê li dora hêzên xwe yên leşkerî kom bûne, cih û warên xwe diparêzin. Şevê din jî bi rihê seferberiyê gelê herêma Cizîrê li qadan bû.
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê; di van çalakiyên xweparastinê de ji ciwanan bigire heta dayikan, gelek kes cihê xwe digire. Yek ji wan kesên ku di parastina taxa xwe de cih digire jî dayika bi navê Tirkiya Xelîl Icmo ye. Tirkiya Xelîl Icmo dibêje: “Em Kurd in, wekî hûn dibînin zarok, jin, ciwan kal û pîr derketine parastina xwe dikin û amade ne axa xwe biparêzin. Şerê bi ser me de hat bi xêr hat, em natirsin, em neviyên Selaheddîn in, îro roja parastina rûmetê ye.”
 
Bi giştî peyama sereke ya welatiyan ew e ku dibêjin dê axa xwe bi yekitiya xwe biparêzin û ew ji her cure rewşê re amade ne.