Di kampa Êzidiyan a li Zaxoyê de şewat derket
- Rojane
- |
- 7 Sibat 2026 12:45
- |
NAVENDA NÛÇEYAN – Di Kampa Bacid Kendal a li Zaxoyê ku koçberên Êzidî tê de dimînin, şewat derket. Di şewatê de kon şewitîn û 2 jin bi giranî birîndar bûn.
Li Kampa Bacid Kendala ya ser bi îdareya serbixwe ya Zaxoyê ku piranî welatiyên Êzidî tê de dimînin, şewat derket. Li gorî agahiyan, agir ji ber temasa ceyranê derketiye û di encamê de du kon bi temamî şewitîne. Hat zanîn ku 2 jinên di konên şewitî de bûn, birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê û rewşa birîndarekê giran e.
Di nava sala derbasbûyî de jî gelek caran bûyerên bi vî rengî yên şewatê li kampan rû dane. Ev rewş jî radixe ber çavan ku di mijara ewlehî û xizmetguzariyên jiyanî de gelek kêmasî hene.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li kampên başûrê Kurdistanê zêdeyî 10 hezar koçberên Şengalî dijîn. Tevî ku sal derbas dibin jî, heta niha rê nayê dayîn ku ev koçber vegerin ser cih û warên xwe yên li Şengalê û bi vî rengî di nava jiyaneke nediyar û di bin metirsiya rûdanên wekî şewat û sermayê de tên hiştin.