Li Rojava dibistan bûne malên koçberan

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran welatiyên ji Efrîn, Heleb, Reqa û Tebqayê ji neçarî koçber bûn, li rojavayê Kurdistanê di dibistanan de dimînin û şert û mercên wan giran in. 
 
Dibistanên ku heta demek nêz berê jî bi dengê xwendekaran lê bilind dibû, niha veguherîne stargehên welatiyên ji ber êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên ji Efrîn, Şehba, Helep, Reqa û Tebqayê ji neçarî koçber bûne. 
 
ANHA’yê, rewşa welatiyên koçî Girkê Legê û Dêrikê yên herêma Cizîrê di dibistanan de dimînin kişand. 
 
Tevî hewldanên saziyên peywendîdar û alîkariya ku ji hêla Kurdan ve hem li welêt û hem jî li derveyî welêt hatiye peydakirin, lê hewcedariya koçberan bi alîkariyê heye.
 
Koçber hêvî dikin ku ev rewşa wan demkî be û demeke nêzîk de vegerin cih û warên xwe.