Ji ber heqareta li Şêx Seîd kiribû cezayê pereyan li Umît Ozdag hate birîn
- Rojane
- |
- 7 Sibat 2026 11:58
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber heqareta li Şêx Seîd kiribû, 6 hezar û 500 lîre cezayê pereyan li Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag hate birîn.
Dadgeha Cezayên Giştî ya Xinûs a Erziromê, ji ber heqareta li Şêx Seîd kirî, 6 hezar û 500 lîre cezayê pereyan li Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag birî. Dadgehê, cezayê pereyan ji ber sûcê “yekser heqaret li bîranîna şexs kiriye” da. Dadgehê, cezayê hatiye birîn taloq kir û got heke di nava 5 salan de neyê dubarekirin dê ceza betal bibe.
Dadgehê, ji bo parvekirina li ser hesabê medyaya dijîtal a “umitozdag” gihişt wê qenaetê ku “heqaret li bîranîna şexs” hatiye kirin û got ku mafê gilîkirinê yê neviyên Şêx Seîd heye.