Dorpêça li ser Kobanê di roja 19’an de didome

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Dorpêça li ser Kobanê di roja 19’an de didome. Ceyran û ava bajar nayê dayin û gel di rewşekî zehmet de ye. 

 
Gef û dorpêça HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê berdewam in. Dorpêça li ser bajarê Kobanê ku nîv milyon mirov dijîn, di roja 19’an de ye. Malbatên Kurd ên li Reqa, Tebqa, Eyn Îsa û koçberên Efrîn û Şehbayê ji ber êrişan xwe spart Kobanê. Her wiha hinek gundewarên Kobanê jî ji bo parastina zarok, nexweş û kal û pîran, berê xwe da bajarê Kobanê. Kobanê hem berpirsyariya koçberên bi darê zorê ji herêmên xwe koç kirine, rakiriye, hem jî li hemberî êrişan li ber xwe dide.
 
Ji aliyê tenduristiyê ve gelek derman nayên peydekirin, bi taybet kesên nexweşiya şekir û tansiyon û gurçikan bi wan re hene, zehmetiyê dikişînin. Her wiha kesên ku nexweşiya penceşêrê bi wan re heye, ji ber dorpêçê nikarin tedawiya xwe berdewam bikin.
 
Hikûmeta demkî bi vê dorpêçê şerê taybet li ser Kobanê bi rê ve dibe, dixwaze îradeya Kobanê ya li ser asta cîhanê sembola berxwedanê ye û yekemîn cihê têkbirina çeteyên DAIŞ’ê ye, bişikîne.
 
Gelê Kobanê ji roja yekê ya dorpêçê ve bê deng nemaye û xwedî helwesteke berxwedêr e. Gel bi rêya komînan rojane xwe bi rêxistin dike û tax bi tax parastina xwe dike
 
Bi lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya 30 Çileyê hate ragihandin diviyabû 2’yê Sibatê dorpêç hatibane rakirin. Dorpêç berdewam dike û êrişa siyasî û psîkolojîk a li ser Kobanê berdewam dike.