Amedsporê gelek lîstîkvanên nû li kadroya xwe zêde kir

Parve bike:

AMED - Amedsporê, di navbera dewreyê de 10 lîstikvanên nû li kadroya xwe zêde kir û peymana xwe ya bi 6 lîstikvanan re jî bi dawî kir. 

 
Amedsporê, di serdema transferan a navberê de gelek lîstikvanên nû li kadroya xwe zêde kir û bi gelekan re jî peymana xwe bi dawî kir. 
 
YÊN LI KADROYÊ HATINE ZÊDEKIRIN 
 
Lîstikvanên nû yên li kadroyê hatine zêdekirin ev in: Tarkan Serbest, Huseyîn Ulgun, Florent Hasanî, Dimitrov, A. Damlu, Syrota, Cem Ustundag, Atakan Mujde, Dilhan Demîr û Oguzhan Matur. 
 
YÊN PEYMANA WAN HATIYE BETALKIRIN 
 
Kesên peymana wan hatine betalkirin: Kouyaté, Fernando, Poko, Aytaç Kara, Veysel Sapan û Yûnûs Tarhan.